Di berxwedana 12 rojan de 318 kes hatin binçavkirin
Di berxwedana 12 rojan de 318 kes hatin binçavkirin
Di berxwedana 12 rojan de 318 kes hatin binçavkirin
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, THÎV, TOHAV, Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê û OHD'ê diyar kir ku di berxwedana Parqa Gezî ya 12 rojan de polîsan gelek bi hêz êrîş kirin û di encama êrîşê de 318 kes hatin binçavkirin û sedan kes jî birîndar bûn.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, THÎV, TOHAV, Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê û OHD'ê têkildarî kesên di bûyeran de birîndar bûn, mirin, hatin binçavkirin û binpêkirinên mafên mirovan li pêlekanên Gezî Parqê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankratên "Ji terora polîsan re na" û "Dawî li pêkanînên dewleta polîsan bînin" vekirin û dowîzên şîdeta polîsan vedibêjin danîn ser pêlekanan. Di daxuyaniyan de sloganên "Berxwedan maf e nayê astengkirin" û "Gezî ya gel e dê ji gel re bimîne" hatin berzkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê bîlançoya 12 rojan a mudaxeleya polîsan aşkera kir û wiha got: "Bertekên bi talankirina Parqa Gezî li Stenbolê dest pê kirin û pişt re li tavahiya Tirkiyeyê belav bûn. Welatiyan li her alî ji bo azadî û mafên demokratîk derketin holanan. Piştî daxuyaniyên hikûmetê yên derbarê çalakiyan de vegeriyan 'şerê rûmetê' Di vê pêvajoyê de hikûmetê gelek sûc kirin. Piştî 1'ê gulanê bi dehan çalakiyên li Taksîm û Kolana Îstîklalê ji aliyê Waliyê Stenbolê ve hatin astengkirin û li hemberî kesên tevlî çalakiyan bû ava şid, gaza kîmeyvî û copan mudaxele hate kirin."
Efe, diyar kir ku heta berxwedana Parqa Gezî li hemberî çalakiyên li Kolanan Îstîklalê "terora polîsan" pêk hat û bi deha welatî ji ber bombeyên gazê yên polîsan weke çek bi karanîn birîndar bûn. Efe, anî ziman ku bi mudaxeleyan mafê meş û civînan ên li Tirkiyeyê hatin astenkirin û binpêkirin. Efe, da zanîn ku bi vê yekê re azadiya raman jî hate gaspkirin û wiha axivî: "Hêzên ewlehiyê êdî bombeyên gazê ji bo koman belav bikin bikarnaynin. Raste rast welatiyan hedef digirin û bikaranîn. Li gorî qeydên nexweşxaneyê gelek kes ji ber travmaya ser, windaya çav, xwîn ket hûndir, şikestina hestî operasyon derbas kirin."
Efe wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di çalakiyan de bi dehan welatiyan çavên xwe winda kirin. Welatiyên travmaya ser derbas dikin hene. Lê hikûmet behsa 'wesayîtên şewetî' û 'paçeyên şikestî' dike. Ev yek riyakarî ye." Efe, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hûndir Guler û Waliyê Stenbolê û wiha pê de çû: "Hêj jî rayedarn gotina 'Heke polîs zêde hêz bikaranîbe' bikartînin û ji bo polîs binpêkirinên mafan bikin wêrek dike." Efe, bilêv kir ku di bûyeran de 318 kes hatin binçavkirin, kesên hatin binçavkirin hatin darpkirin û rastî îşkenceyan hatin. Efe, destnîşan kir ku li hemberî jinan ji di bin navê lêgerîna dijwar tacîza zayendî pêk hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikûmetê bi zimanê bikaranîn û terora bikaranîn êdî rewabûna xwe winda kir."
Çalakî bi sloganan bi dawî bû,