Di 3 salan de ji artêşa tirk 13 hezar û 751 kesî îstîfa kir
Di 3 salan de ji artêşa tirk 13 hezar û 751 kesî îstîfa kir
Di 3 salan de ji artêşa tirk 13 hezar û 751 kesî îstîfa kir
CHP’ê ji bo ku sedemên îstîfayê ji artêşa tirk bê lêkolînkirin xwest ku komîsyona meslisê bê avakirin. Di pêşnûmeyê de hate diyar kirin ku di 3 salên dawî de di artêşa tirk de 13 hezar û 751 leşkerên asta bilind îstîfa kirine û hejmara leşkerên pispor jî her diçe kêm dibe.
Parlamenterê CHP’ê yê Edeneyê Alî Demîrçalî, bi daxwaza ku îstîfayên ji artêşa tirk bê lêkolînkirin pêşnûmeyek pêşkêşî serokatiya Meclîs kir.
Di pêşnûmeyê de hate diyarkirin ku ji artêşa tirk ji 1’ê çileyê 2009’an heta 21’ê çileyê 2012’an de 13 hezar û 751 general,amîral, serbazî îstîfa kiriye.
Di pêşnûmeyê de hate destnîşan kirin ku ji hezarî zêdetir fermandar û muwazzafên payebilind yên artêşa tirk ji dozan tên darizandin û bal kişandin ser pirsgirêka leşkerên pispor. Li gorî vê di artêşa tirk de di 2009’an de kadroya leşkerên pispor 67 hezar bû û ev di 2012’an de daket 43 hezarî. Di 2013’an de jî ji bo kadaroya 50 hezar kesî ku hate vekirin 15 hezar kesî serî lê da.
Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku ji bo sedemên îstîfayan bê lêkolîn kirin, bila Komîsyoneke lêkolînê ya Meclisê bê avakirin.