‘Di 1’ê Gulanê de wê hesabê degên hatin dizîn û kedê bêpirsîn’

34 kedkarên k udi 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dabûn li Kazan Yûkûşû hatin bibîranîn. Di bîranînê de bang kir ku di 1’ê Gulanê de hesabên dengên hatin dizîn û kedê wê bipirsin.

Komîteya 1’ê Gulanê ya 2017’an piştî kedkarên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin bibîranîn, heta Şîşhaneya ku Mehmet Akîf Dalci di 1’ê Gulana 1989’an de hatibû qetilkirin meşiyan. Dema girse gihişt Qada Galatasarayê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Konseya Navenda TTB’ê Raşît Tukel û Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz di çalakiyê de amadebûn û axfin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hate vekirin. Ber bi Kazanci Yûkûşûyê ve meşiyan. Di bîranîna dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Şehîdên Şoreşê bêmirinin” û “Li Dijî Faşîzmê Mil bi Mil” hate qîrikrin de, bi rêzgirtinê ve destpê kir.

BEKO: ME DEVJÊNEBERDAYE

Di bîranînê de ewilê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko axivî û got: “Tam beriya 40 salan me li vir 34 hevalên xwe winda kir.” Beko diyar kir ku tevî ewqas sal jî derbas bû kujer hê radestî edaletê nehatine kirin, destnîşan kir ku weke DÎSK heta hesabê ji kujeran bixwazin wê têkoşîna xwe ya li Taksîmê bidomînin. Beko got: “Me dev jî Tadsîmê bernedaye, em dev jî jê bernadin.Taksîm bûye evîna me.Wê her rojek were em bi milyonan li Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin.

'ŞÎDETA POLÎSAN BERDEWAM KIR HEZKIRINA ME YA TAKSÎMÊ BIDAWÎ NEBÛ’

Piştre Serkretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû, axivî. Çerkezoglû, diyar kir ku piştî darbeya 1980’an bi salan hemû şêweyên xeztan hatin pêkanîn û wiha got: “Ligel van zextan ji bo Taksîm bê azadkirin jinan, ciwan û kedkaran gav paşde neavêtin û dê neavêjin jî. Ji wê rojê heya niha şîdeta polîsan berdewam kir lê hezkirina me ya ji bo Taksîmê bi dawî nebû.”

OZGEN: JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ DAKEVIN QADAN

Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî kedkar û şorşegerên ku di 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Ozgen bibîr xist ku hişmendiya qirker a li vî weşatî xwedî hişmendiyekî dîrokî ya kevn e. Ozgen diyar kir ku hesab ji kesên ku duh û qetlîam kirin û yên îro dikin nehatiye xwestin. Qetlîama 1’ê Gulana 1977’an jî yek ji van qetlîamane, berpirsê van qetlîaman jî kontragerîlan e. Ozmen ê ku diyar kir ku wê heta dawiyê li dijî hişmendiya faşîst têkoşînê bikin, li dijî sîstema yekparêz, faşîst û otorîter, ji bo azadî, demokrasî û aştiyê qîr bikin wê 1’ê Gulanê li qadan bin.”

KORAMAZ: ZILM Û ZEXT ME JI RÊYA ME NAKE

Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz jî diyar kir ku wê li dijî zilm û zextê ji bo weke mirov bijîn wê ji têkoşîna xwe gav bi şûnde neavêjin, anî ziman ku wê têkoşînê xurt û bilind bikin.

Girseya ku ji bo kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn qûrnefîl danîn Kazanci Yûkûşê, Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê di nobeda edaletê de bûn silav kirin, ber bi cihê duyemîn ê ku wê bîranîn lê weke kirin Şaşhaneyê ve ketin rê.