Dewleta Tirk li Parîs, Aachen û Bolzanoyê hate protestokirin
Protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li Ewropa didome.
Protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li Ewropa didome.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li paytext Parîs a Fransa û bajarê Aachen ê Elmanya û bajarê Bolzano yê Îtalyayê bi çalakiyan hati protestokirin.
PARÎS
Li paytext Parîs a Fransayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Endamên Meclîsa Çand û Huner a TEV-ÇAND Parîs, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiya saet 19:00’an de li pêşiya kuleya Eyfel a Qada Trocaderoyê hate lidarxistin, endamên Meclîsa TEV-ÇAND’ê yên ku dowîzên “ Raweste Erdogan”, “ Tirkiye bombe dike, Ewropa bêdenge” hatin hildan û dirûşmên “Tirkiye ji Kurdistanê derkeve” û “Qatil Erdogan” qîr kirin, têkildarî êrîşan welatî agahdar kirin.
endamên Meclîsa TEV-ÇAND’ê, bang li Kurdistaniyên li Fransa dijîn kir ku ji bo êrîşên dewleta Tirk teşhîr bikin divê her tim di nava çalakiyan de bin.
Çalakî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hatin portestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Mala Gel a Kurd a Aachenê kom bûn, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” , “Bimre Îxanet” û “Qatil Erdogan” ve heta navenda Sûka Elîsenbrûnnen ê meşiyan.
Di çalakiyê de Nûnerê PYD’ê yê Aachenê Dixtor Nasir Haj Mensûr, Hevseroka Mala Gel a Kurd a Achenê Behîce Yûmûşak axivîn û diyar kirin ku ji bo şervanên YPG’ê yên ku li Rojava şehîd bûne, bang li her kesê kir ku beşdarî çalakiyên tên lidarxistin bibin.
BOLZANO
Li bajrê Bolzano yê Îtalyayê jî komek Kurdistanî û dostên Kurdan li Qada Şaredariyê li hev kom bûn êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şegalê protestokirin. Di çalakiyê de Koma Antî faşîst a Bolazano, Partiya Komînîst a Rîfondazîon û nûnerê Komîteya Kurd axivîn û faşîzma Erdogan şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Li dijî diktatorê mirovahiyê Erdogan, divê Rojav û Şengal bê parastin” hat vekirin û belavok hatin belavkirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Viya HPG”, “Vîva Ocalan” û “Qatil Erdogan” hatin qîrkirin.