Destûr nayê dayîn li ber Tîpa F ya Kandirayê daxuyanî were dayîn

KJA û HDP'ê dixwazin li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, ku Kişanak û Atana lê girtî ne, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê belê bi biryara Walîtiya Îzmîrê ev daxuyanî tê astengkirin.

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) û HDP'ê, ji bo li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata daxuyaniyê bidin çapemeniyê, ji Stenbolê bi rê ketin.

Lê belê beşek ji wesayîtên HDP'yiyan li pêşiya Stenbolê û navenên Weqfa Mehmetcîk û gîşeyên Kandirayê hatin rawestandin.

Parêzerên li ber gîşeyên Kandirayê hatine sekinandin, bi dozgerê komarê re axivîn û piştî vê axaftinê destûra derbasbûnê hate dayîn. Lelê destûr ji bo welatiyên ji bo daxuyaniyê hatin û rojnamevanan nehat dayîn.

Walîtiya Îzmîtê wek hincet biryarên Rewşa Awarte derxist pêş û biryara qedexeyê bi vê ve girê da.

Wesayît hê jî li vê herêmê rawestiyayî ne.

Hat ragihandin, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldanê jî wê biçe pêşiya girtîgeha Kandirayê.