Demîrtaş: Pêwîste hevalên me demildest bên berdan
Demîrtaş: Pêwîste hevalên me demildest bên berdan
Demîrtaş: Pêwîste hevalên me demildest bên berdan
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş xwest, kesên îro li Amedê di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatine binçavkirin demildest bêne berdan.
Hevserokê Giştî yê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, îro di civîna koma partiya xwe operasyona li Amede şermezar kir û xwest hemû kesên hatine binçavkirin demildest bêne serbest berdan.
Demîrtaş da diyarkirin ku, ev operasyonên bi vî awayî girêdayî rojeva siyasî ya hikumetê ne û da zanîn ku, ew baş dizanin çima operasyon çêbûne. Demîrtaş anî ziman ku, armanc dikin ku gelê bi Newrozê re xwe li derdora BDP’ê pêçaye, îradeya wan bişkêne. Demîrtaş destnîşan kir ku, ew dê têkildarî vê mijarê hikumetê hişyar bikin.