Demîrtaş: Me name ji xwediyên wan re şandin

Demîrtaş: Me name ji xwediyên wan re şandin

Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP'ê bi dawî bû. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji rojnamevanan axivî û diyar kir ku wan name ji bo bigihijin muhatebên şandin.

Civîna LNR’yê ya BDP'ê ya li Navenda Giştî ya BDP'ê dest pê kir bi dawî bû. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş dema ji avahiya navenda giştî derket pirsên rojnamegeran bersivandin. Demîrtaş, anî ziman ku dê seatên pêş de name bigihijin muxatabên wan û wiha got:

“Me mirovên bibin alîkar peyda kirin û şandin. Kê birin, ev yek ne zêde girîng nîn e. Pirsgirêkekî teknîkî ye." Demîrtaş, da zanîn ku di civînê de têkildarî heyet û navên biçin Îmraliyê tu nîqaş nekirin û wiha axivî: “Ji vê seatê şun de em vê yekê nakin. Hemû hevalên me dikarin vê xebatê bikin. Ji bo me tu cudahî tune ye."

Demîrtaş, diyar kir ku civîn, civînekî asayî bû û wiha pê de çû: “Tenê me geşedana nameyê nîqaş nekir.  Me plansaziyên xwe yên weke Newroz û 8'ê Adarê hemû nirxand." Demîrtaş, destnîşan kir ku li hemberî nameya hatî ji bo nameya xwe amade bikin hêj zû ye û dê li ser vê yekê xebatan bikin