Demîrtaş: Me name ji muxataban re şandin
Demîrtaş: Me name ji muxataban re şandin
Demîrtaş: Me name ji muxataban re şandin
Civîna MYK'ê ya BDP'ê bi dawî bû. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku, wana name ji muxataban re şandin.
Civîna MYK'ê ya BDP'ê ya li Navenda Giştî ya BDP'ê destpê kirî bi dawî bû. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş dema ji avahiya navenda giştî derket pirsên rojnamegeran bersivandin. Demîrtaş destnîşan kir ku, dê di demjimêrên pêş de name bigihijin muxatabên xwe û wiha got: “Me mirovên bibin alîkar peydakirin û şandin. Kê birin gelek girîng nîne. Pirsgirêkekî teknîkiye."
Demîrtaş da zanîn ku, di civînê de têkildarî heyet û navên biçin Îmraliyê tu nîqaş nekirin û wiha axivî: “Ji vê demjimêrê û şûnde em vê yekê nakin. Hemû hevalên me dikarin vê xebatê bikin. Ji bo me tu cudahî tuneye."
Demîrtaş aşkera kir ku civîn, civînekî asayî bû û wiha pê de çû: “Tenê me geşedana nameyê nîqaş nekir. Em plansaziyên xwe yên weke Newroz û 8'ê Adarê hemû dest digirin." Demîrtaş destnîşan kir ku, li hemberî nameya hatî ji bo nameya xwe amade bikin hêj zû ye û dê li ser vê yekê xebatan bikin.