Demîrtaş: Em ji wan natirsin

Demîrtaş diyar kir, Fîgen Yuksekdag bi operasyona dadgeriyê hatiye tasfiyekirin û got, "Yên ku îro desthilatdar in hewl didin her kesî bitirsînin. Lê belê em ji wan natirsin."

Doza ji ber axaftina sala 2016'an a li Mersînê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat vekirin, bi rûniştina duyemîn dewam kir. Ev doz li ser giliyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû bi îdîaya 'Hikûmet, saziyên dadgerî, leşkerî û emniyetê yên T.C. biçûk xistiye' hat vekirin.

Rûniştina dozê li 14. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mersînê pêk hat û tevî gelek endam ûr êveberên HDP'ê, parêzerên Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî amade bû. Demîrtaş bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê beşdarî rûniştina dozê bû. Parêzerê Davûtoglû jî ji xwe re hincetek pêşkêş kir û tevlî rûniştinê nebû.

'GUHERTINA SOSRET'

Demîrtaş destnîşan kir, ku rakirina mafê destnedanê bi tena serê xwe binpêkirina destûra bingehîn e û wiha dewam kir: "Di rêziknameya navxweyî ya parlamentê de tê eşkerekirin bê mafê destnedanê çawa tê rakirin. Rakirina destnedanê, di rewşeke lezgîn a bêhiqûqiyê de ancax ji aliyê parlamentê ve karibe bê rakirin. Di destûra bingehîn û rêziknameya navxweyî ya meclîsê de rakirina mafê destnedanê bi vî rengî hatiye destnîşankirin. Têkildarî parlamenterekî fezleke der heqê de hatiye amadekirin, pêwîste mijar beriya her tiştî di komîsyona têkel a ji komîsyonên destûra bingehîn û edaletê pêk tê, bi rengekî cuda bê nirxandin. Di vê komîsyona têkel de her parlamentereke/î der heq de fezleke hatiye amadekirin, divê xwe biparêzin. Eger rakirina destnedanê were qebûlkirin, hingî di komîsyona Destûra Bingehîn de cara duyemîn parastin tê kirin. Eger di komîsyona destûra bingehîn de bê qebûlkirin, hingî pêşkêşî meclîsê tê kirin. Dema pêşkêşî civata giştî a meclîsê hat kirin jî, ji bo her fezlekeyekê parlamenter parastina xwe dikin. Piştre jî dengdan li paralmentê tê kirin. Eger mafê destnedanê hat rakirin, hingî parlamenter mafê xwe yê îtirazê li Dadgeha Destûra Bingehîn bi kar tîne. Dadgeha Destûra Bingehîn jî îtirazê dinirxîne."

Demîrtaş anî ziman, bi guhertina hat kirin re mafê destnedanê yê parlamenteran bê pirs hatiye rakirin û ev guhertin weke guhertineke sosret bi nav kir. 

Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir:

"Parlamenterbûyîn ne rewşeke ji rêzê ye. Derxistina welatiyekî li pêşberî dadgeriyê jî ne rewşeke ji rêzê ye. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Taner Akçam de da, biryareke mînak e. DMME'ê der barê xala 301'an de doz vekirin û biryara bê şopandinê jî wekî binpêkirna maf penase kir. Em wekî hevserokên sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê tên darizandin. Ji ber bêyî mekanizmayek bê bikar anîn darizandin hatiye îhlalkirin. Ev darizandin li dijî Destûra Bingehîn e."

Demîrtaş anî ziman ku îro tevî Parlamenterên HDP'ê nêzî 10 hezar endamên partiyê bi rêya darazê tên lînckirin û wiha got: "Divê daraz nebe maşika vê yekê. Divê ev nebe mijara darazê. Daraza me bi rêya îktîdara siyasî siyasetê lînç dike û dike amûr. Daraz ne hevrikê partiyên siyasî ne. Divê daraz berjewendiyê desthilatdariyê neparêze. Peywira darazê ne ew e ku berjewendiyê desthilatdariyê biparêze. Hevseroka me bi destê darazê hat lînçkirin û tasfiyekirin. Ev sûc e. Daraz bûye şirîkê sûcê siyasî û desthilatdariyê. Bila her kes zanibe ku dema daraz adîl be em ê hurmetê nîşan bidin. Lê îro daraz adîl tev nagere. Daxwaza me ji darazê ew e ku bi awayekî heq û hiqûqê guhertinên der barê destnedayînê de bibe destûra bingehîn û darizandinê rawestîne. Yên ku îro desthilatdar in hewl didin her kesî bitirsînin. Lê belê em ji wan natirsin."

Rûniştin taloqî 1'ê Hezîranê hat kirin.