Demîrtaş: Em dê di 2 rojan de nameyan bigihijînin cihên wan

Demîrtaş: Em dê di 2 rojan de nameyan bigihijînin cihên wan

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku nûçeyên Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk name birin Qendîlê derew in û ew dê di nava 2 rojan de nameyan bigihîjin Qendîl û Ewropayê.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî naveroka nameyan û birin Qendîlê ji DÎHA'yê re axivî. Demirtaş, diyar kir ku naveroka nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di çapemeniyê de hatin parvekirin ji aliyê wan ve ev yek pêk nehatiye û wiha got:

 "Agahiyên tên nivîsîn ên rast nîn in. Li gorî ev name di destê me û hikûmetê de ne û ji aliyê derdorên nêzî hikûmetê ve perçe perçe tên parvekirin û belavajî nîşan didin." Demîrtaş, anî ziman ku nûçeyên Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk name birin Qendîlê rastî nîn in û wiha axivî: "Em dê nameyan di nava 2 rojan de ji Qendîl û Ewropayê re rêbikin û bigihijînin wir. Weke berê jî me got têkildarî mijdarên girîng de heta partiya me daxuyaniyê nede bila gelê me baweriyê bi agahiyên spekulatîf neyne."