Di dema sirgûnê de êşkence li girtiyan dikin

Diyar bû, dema ku girtî ji Tarsûsê sirgûnî Mereşê kirin, êşkence li wan hatiye kirin. Li aliyê din çengê girtiyekê şikandin.

Piştî berxwedana dîrokî ya greva birçîbûnê sirgûn û êşkenceya li dijî girtiyan didome.

Ahmet Nas ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Tarsûsê ku di berxwedana greva birçîbûnê de cih digirt bi 3 hevalên xwe re beriya 2 hefteyan sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya li Mereşê hatin kirin. Dema sirgûnê de êşkence li 4 girtiyan hate kirin û di encamê de çengê girtiyekê hate şikandin û girtiyên din jî hatin derbkirin.

‘ÊŞKENCE LI GIRTÎGEHÊ JÎ DIDOME’

Têkildarî mijarê mamê Ahmet Nas, Mehmet Nas ê li bajarê Heîlbornn a Elmanyayê dijî ev tişt got;

“Piştî greva birçîbûnê sewq û sirgûna girtiyan dest pê kir. Braziyê min Ahmet û 3 hevalên wî dema sirgûnê de êşkence li wan hate kirin. Parêzer û malbat dixwazin hevdîtinê bikin lê destûr nayê dayîn. Li gorî agahiyên me wergirtin li Girtîgeha Tîpa L Turkoglû ya Mereşê jî êşkence li wan tê kirin.”

Mehmet Nas banga bihîstiyarbûnê li raya giştî kir.