DEM Partiyê qurbaniyên komkujiya Çorûmê bi bîr anî

DEM Partiyê kesên ku di Komkujiya Çorûmê de hatin kuştin bi bîr anî û diyar kir ku komkujî bi asîmîlasyon û tinehesibandinê dewam dike.

Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Çorûmê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 44 sal berê li Çorûmê di êrişên nêzî mehekê domiyan de gelek elewî hatine qetilkirin, bi sedan hatine birîndarkirin û dikan û malên elewiyan hatine rûxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku derdorên tarî yên di nava dewletê de cih girtin, mîna Komkujiya Mereşê ya di 1978’an de, di 1980’an de jî li Çorûmê elewî hedef girtin. Daxuyanî wiha domiya: “Komkujiya Çorûmê ku di 29’ê gulanê de dest pê kir û heta 3’yê tîrmehê berdewam kir, weke lekeyeke reş di dîroka Tirkiyeyê de cih girt. Berxwedana gel kir ku komkujî mezintir nebe û encama wê girantir nebe. Komkujî û êrişên sîstematîk ên li Çorûm, Mereş û Sêwasê li dijî elewiyan hatine kirin, îro bi polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê tên domandin. Ev komkujî hêj weke roja ewil di bîra her kesên xwedî wijdan de ye. Ji bo ev komkujî careke din neyên kirin, divê hafizeya dîrokî were parastin û bi rastiyê re hevrûbûnek çêbibe. Em hemû canên xwe yên li Çorûmê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û kesên komkujî birêxistin kirin jî lanet dikin. Heta ku civaeke di nava aştî û aramiyê de dijî tê avakirin jî wê têkoşîna me bidome.”