Dê cenazeyê Tosunê MLKP’yî bînin Serêkaniyê

Dê cenazeyê Tosunê MLKP’yî bînin Serêkaniyê

Cenazeyê Serkan Tosunê (Mazlûm) MLKP’yî ku di pevçûnên li Rojava de jiyana xwe ji dest da, dê sibe bînin Serêkaniya Rihayê.

Partiya Komînîst ya Marksîst-Lenînîst (MLKP)’ê dabû diyarkirin ku, Tosûn li Serêkaniya Rojava di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Hate hînbûn ku, cenazeyê Tosûn dê sibe bînin navçeya Serêkaniya Rihayê û dê li vir ji aliyê malbatê ve were wergirtin.

Serkan Tosun ku qeydkiriyê şêniya navçeya Gimgima Mûşê, di sala 1985’an de hatiye cîhanê. Tosun ku li gel malbata xwe li Taxa Gazî ya Stenbolê jiyan dike, piştî protestokirina IMF ya 2009’an hate girtin, 4 meh li Girtîgeha Tîpa F ya jimar 2 ya Tekîrdagê girtî ma.