DBP: Rizgariya ji vê kaosê, bidawîkirina tecrîdê ye!

Rêxistina DBP’ê ya Stenbolê ji bo mîtînga ku wê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ji bo grevên birçîbûnê û li dijî tecrîda Îmraliyê were lidarxistin, li avahiya partiyê civînek pêk anî.

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a bajarê Stenbolê ji bo grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîtînga ku wê 3’ê Sibatê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê were lidarxisitn civîna çapemeniyê lidarxist. Civîn li avahiya DBP’ê ya bajêr pêk hat. Hevserokên DBP’ê yên bajêr Emîne Canyak, Alî Riza Bîlgîlî, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Gulum Bayram jî di nav de endamên DBP’ê yên navçe û bajêr beşdarî civînê bûn.

‘OCALAN NE KESEK JI RÊZÊ YE; RÊBERÊ GELEKÎ YE’

Destpêkê di civînê de Gulum Bayram axivî û got; “Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatî destpê kirin her ku diçe belav dibe. Li dora Guven girtî, çalakgerên Strasboûrg û Hewlêrê bûn xelek. Daxwazên wan daxwazên civakî û siyasî ne. Daxwazên wan bi teqez rakirina tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan e. Em dizanin ku heta tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bidawî nebe, aştî û demokrasî pêk nayê. Ocalan ne keseke ji rêze ye, rêberê gelekî ye.”

Bayram helwesta CPT ya beramberî grevên birçîbûnê jî rexne kir û got; “Çalakiya grevên birçîbûnê yên hevalên me li hundir dayî destpê kirin, ne ji bo hundire. Peyameke ji bo derve ye. Bangî wijdana raya giştî dikin. Berî ku dereng bikeve û divê li dijî grevên birçîbûnê bihestiyar bin.”

BANGA TEVLÎBÛNA MÎTÎNGÊ HATE KIRIN

Herî dawî Gulum Bayram got; “Divê em vê pirsê ji civakê bikin; Ocalan ê ku azad ji bo civakê bi feyde ye yan Ocalan ê li ser tecrîd tê kirin?. Em di wê ferqê de ne ku tişta tê kirin bi zanebûn e. Li ser daxwaza hevala me Leyla 3’ê Sibatê saet 13:00’an li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê wê Mîtînga Edalet, Aşitî û Kedê were lidarxistin. Em bang li hemû hemwelatiyan dikin ku beşdarî mîtîngê bibin.”

Hevserokê DBP’ê yê bajêr Alî Riza Bîlgîlî jî wiha got; “Di dema ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de xwîna yek welatiyekê neherikî, bi vê re di nava civakê de aramî çêbû. Piştî ku desthilatdarî maseyê çareseriyê têk bir li welat kaos û taritî destpê kir. Çareseriya vê pirsgirêkê bidawî kirina tecrîdê ye. Yekane kesê ku pêvajoya çareserî, aştî û demokrasiyê bi rê ve bibe Rêberê Gelê Kurd e. Yê ku pêvajoyê diyar bike Rêberê Gelê Kurd e.”