DBP: Di 16’ê Nîsanê de faşîzmê derbeyeke mezin xwar
Di civîna nirxandina referandûmê de Alîkarê Hevserokatiyê Arslan got: “Di 16’ê Nîsanê de derbeyeke mezin li rejîma dîktatoriyê ya AKP’ê ket”.
Di civîna nirxandina referandûmê de Alîkarê Hevserokatiyê Arslan got: “Di 16’ê Nîsanê de derbeyeke mezin li rejîma dîktatoriyê ya AKP’ê ket”.
DBP’ê li Dîlokê civîna nirxandina referandûmê lidar xist.
Alîkarê Hevserokatiyê yê DBP’ê Mehmet Arslan û gelek endamên DBP’ê beşdarî civînê bûn.
DENÎZ HATIN BIBÎRANÎN
Arslan bibîranîna Denîzan dest bi axaftinê kir û got: “Îro 6’ê Gulanê ye. Salvegera şehadeta Denîzan. Di şexsê wan de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Dibe ku ew şehîd bûbin lê îro li ser riya wan bi milyonan kes hene. Şoreşgerên li Tirkiyeyê li hemberî pêkutî, zilm û faşîzmê her dem dengê xwe bilind kirine. Divê em jî têkoşîna wan a azadiyê geştir bikin”.
‘DI 16’Ê NÎSANÊ DE GELAN DERBE LI WAN XIST’
Arslan diyar kir ku yekîtiya gelan di 7’ê Hezîranê de hikumeta AKP’ê tena serê xwe ji desthilatdariyê xistiye û got: “Vê yekîtiyê di referandûma 16’ê Nîsanê de derbeyeke mezin li rejîma AKP’ê xistiye.
Pêvajoya referandûmê qediya lê xwezî ev referandûm di şertên demokratîk de bihata kirin û bila her kesî encamên wê bidîtina. Encamên referandûmê her çiqas ev bin jî, hêviya me ya rojên azad û avakirina pergaleke demokratîk zêdetir bûye. Li gorî me di vê referandûmê de em bi ser ketine. Di şertên baş de ev referandûm bihata kirin wê Na ji sedî 48’an derketa ji sedî 70’ê.”
‘MODELA NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA LI ROJHILATA NAVÎN E’
Arslan bal bir ser vê yekê ku gelên Rojava xwe sipartin hêza xwe û ji ber vê bi ser ketin û got: “Li Rojhilata Navîn a ku dikare pêşiya şer bigire, fikrên Rêzdar Ocalan ên li ser perspektîfa neteweya demokratîk e. Li Rojhilata Navîn gelek gel, bawerî û çand hene. Bi feraseta netewe-dewletê li vê erdnîgariyê çareserî pêk nayê. Ji ber vê jî feraseta neteweya demokratîk a Rêzdar Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek e. Bêyî vê fikrê, şer û pevçûn bi dawî nabin.”
Arslan di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Em bawer in ku wê têkoşîna me bigihêje serfiraziyê. Divê rêxistinkirina me li ser vî esasî be. Em spasiya hemû rêveber û xebatkarên xwe yên dildar dikin ku di şertên herî dijwar de têdikoşin.”