DBK'ê û koalîsyona muxalefeta Sûriyê li hev kirin

DBK'ê û koalîsyona muxalefeta Sûriyê li hev kirin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê DBK'ê û Koalisyona niştimanî ya hêzên muxalefet û Şoreşa Sûriyê civiyan û peymanek îmzekirn. Ji ber ku Tirkiyeyê destûrê neda heyeta muxalefeta Sûryê ji 8 kesan 2 di civînê de beşdar bûn. Aliyên civînê peymana di nav YPG'ê û Artêşa Azad ku hatibû îmze kirin, hate erê kirin.

Li Serêkaniyê îro hevdîtin di navbera Desteya Bilind (DBK) û Koalisyona niştimanî ya hêzên muxalefet û Şoreşa Sûriyê hate li dar xistin. Di hevdîtinê de dihate payin ku heyeta muxalefeta Sûriyê ji 8 kesan pêk were, lê ji ber ku hikûmeta Tirk destûr neda ku heyet werin tenê 2 kes hatin vî alî û Mîşêl Kîlo û Burhan Gelyûn bi telefonê beşdar bûn û peymanê teyîd kirin û îmze bikin. Di civînê de peymana di 17'ê Sibatê de ku di navber YPG'ê û Artêşa Azad de hatibû îmze kirin, hate erê kirn.

Heyeta li ser navê Koalisyona Niştimanî ya hêzên muxalefet û şoreşa Sûriyê ji 8 kesan pêk dihat, lê ji ber ku Tirkiyeyê destûr neda, tenê 2 kesên bi navê Ebdilbarî Osman û Îbrehîm Muslim hebûn. Herwiha Endamê Meclisa Leşkerî li Hesen Ebdila di hevdîtinan de beşdar bû. Li ser navê DBK'ê Aldar Xelîl, Si'ûd Mele, Selah Derwêş û Mistefa Meşayix beşdar bûn.

Di civînê de endamên heyeta DBK'ê li ser peymanê îmze kirin, lê ji aliyê Koalisyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşê ya Muxalif kesên beşdar îmzenekirin û gotin ewê peymanê bi xwere bibin  û dê ji aliyê Burhan Gelyûn û Mîşîl Kîlo yên ku bi telefonê tevlîbûna xwe civînê bû û soz dan ku ewê peymanê îmzebikin. Xalên peymana ku li ser hate lihev kirin ev in:

1- Girêdana me bi yekîtiya netewî û hemû rêgezên hevpar di nava hemû netewên di Sûriyê de dijîn heye.

2-Em li dijî hêzên biyanî yên li herêma me disekinin.

3- Em dikarin li gel hev ji bo jiyaneke hevbeş a vî welatî bijîn.

4- Ji herkes li gorî mafê xwe yê rewa yên li gorî zagonên navnetewî hatine diyar kirin bijîn, em xebatê bimeşînin.

5-Sûriye ya hemû hemwelatiyên Sûriyeyê ye.

6- Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî Sûriyê ya hêzên şoreşger a muxalefetê li hev kirin ku peyman di navbera YPG'ê û Artêşa Azad de têkeve pratikê.

7- Emê ji dil û can ji bo pêkanîna peymanê xebatê bikin.