Dayika Kişanak li Elezîzê hat definkirin
Dayika Kişanak li Elezîzê hat definkirin
Dayika Kişanak li Elezîzê hat definkirin
Dayika hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, Melek Ozer li Elezîzê bi girseyî hate definkirin.
Ji bo dayika hevsroka BDP’ê Gulten Kişanak Melek Ozer ya 88 salî, merasîmeke li mala cemê ya Yildizbaglarê pêk hat û piştre li gundê Sûn hat definkirin.
Melek Ozer demek berê beşeke bedena wê felç bibû û di 1’ê Gulanê de di encama ketinê de hestiyê çima wê şikestibû û emliyat bibû. Mehekê di nexweşxaneyê de tedawî bû piştî wê rojek berê birin mala wê. Duh di saetên êvarê de jiyana xwe ji dest da. Hevserok Kişanak ku agahiya mirina dayika xwe girt çû Elezîzê û bi bavê xwe Lutfî Ozer re serdanan qebûl dike.
Parlamenterên BDP’ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken, parlamentera Wanê û hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamentera Amedê Leyla Zana, seroka Federasyona Êzdiyan Feleknaz uca, parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, parlamenterê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, hevseroka BDP’a STenbolê Asiya Kolçak, cigira hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî, Firat Anli, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, şaredarê Êlihê Serhat Temel, nûnerên BDP’ê, nûnerên STK’ê û bi sedan kes tevli merasîma cenazê bûn.
Piştî merasîma definkirinê, kurê wê Huseyîn Ozer axivî û got: “Dayika min jî wek hemû dayikan êşa mezin kişand. Lê tu car êşa xwe bi me neda hîskirin. Em minetarê wê ne ku em anîn vê rojê.”