Dayîka Andrea Wolf jiyana xwe ji dest da
Dayîka Andrea Wolf jiyana xwe ji dest da
Dayîka Andrea Wolf jiyana xwe ji dest da
Dayîka Gerîlaya PKK’ê Andre Wolf k udi sala 1998’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hate qetilkirin, Lîlo Wolf li Guatamalayê li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest dan. Şoreşgera jin a Alman Lîlo Wolf ji sala 1987’an heta niha ji bo jin û zarokên xizan di projeyên perwerdehî û civakî de cih digirt.
Wolf ji ber nexweşiya giran ya ku derbas kir, hate hînbûn ku di 23’ê Nîsanê de li Nexweşxaneya Guatamala Cîty jiyana xwe ji dest daye. Komeke hevalên Andrea Wolf ku agahiya wefata Lîlo Wolf girt, diyar kirin ku dê xwedî li bîranîna her du jinan derkevin. Komê diyar kir ku, Lîlo Wolf jineke gelek bi cesaret û bi aliyê xwe yê aktîf yê siyasetê dihat nasîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me di mijdara 1998’an de agahiya mirina hevala xwe Andrea Wolf girt. di 23 cotmeha 1998’an de ji aliyê artêşa Tirk ve dîl hat girtin û bi gerîlayên din yên Kurd re hate qetilkirin. Em careke din soza xwe ya bo bilindkirina têkoşîna wê didin û em dê hesabê wê bipirsin. Me bi Lîlo re soz da; ger edelet tunebe, aştî jî tune. lê ji bo mafê mirovan ji bo ku sûcên artêşa Tirk aşkera bikin em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
Koma ku wek hevalên Andrea Wolf tê nasîn bi xizmên Andrea û Lîlo re diyar kirin ku dê ji bo kujerên Andrea bê dîtin serî li her rêya hiqûq û siyasî bidin û gotin: “Me soz dabû Lîlo. Em dê bibîranîna Lîlo û Andrea bidin jiyan kirin.