Daxwaza hevdîtinê dîsa hate redkirin
Daxwaza hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Daxwaza hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Bira û Xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi rêya parêzeran ji bo roja Yekşemê li gel Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa T ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtinê pêk bîne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Ev serlêdan bi hinceta Rewşa Awarte dîsa hate redkirin.
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ên li girtîgeha Îmralî tên ragirtin jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatan bi heman hincetê hate redkirin.