DAÎŞ'ê li nêzî Bexdayê êriş kir: 11 kes mirin
Li nêzî paytexta Iraq Bexdayê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser nuqteyeke leşkerî. Di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li nêzî paytexta Iraq Bexdayê, çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser nuqteyeke leşkerî. Di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên polîsan û nexweşxaneyê, çeteyên DAÎŞ'ê li rojavayê paytext Bexdayê êrişî nuqteyeke leşkerî kirin. Hate ragihandin ku di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de şer derketiye û 11 kes mirine. Êriş şeva Yekşemê pêk hat.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane, 5 endamên Haşdî Şabî hene ku pêkhateyeke artêşa Iraqê ye. Hate ragihandin ku 6 kesên jiyana xwe ji dest dane jî şêniyên herêmê ne ku hewl dane piştgiriyê bidin Haşdî Şabî.
Çavkaniyên ji nexweşxaneyê diyar kirin ku 8 kes jî birîndar bûne. Kesî berpirsyariya êrişa doh bi şev neda ser milê xwe, lê belê çavkaniyên polîsan diyar dikin ku êriş ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye kirin.