CPJ: Nûçegihanê MA'yê Aslan bila tavilê bê berdan
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) xwest, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan ê 5'ê Çileyê li Stenbolê hate destgîrkirin, tavilê bê berdan.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) xwest, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan ê 5'ê Çileyê li Stenbolê hate destgîrkirin, tavilê bê berdan.
Aslan roja 5'ê Çileyê ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê hatibû destgîrkirin, lê li ser sedemên lêpirsînê û sûcdarkirinê agahî nehate dayin. Lêgerîna li mala nûçegihanê MA'yê Aslan a li Stenbolê saet û nîvekê dewam kiribû û pirtûk, kovar û materyalên dîjîtal ên Aslan hatibûn desteserkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya CPJ'ê de hate gotin, "Polîsan li Stenbolê avêtin ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan ku ajanseke nûçeyan a Kurd e û ew destgîr kir. Li gorî agahiyên ku ajansê parve kir, ew birin Antalyayê."
Koordînatorê Bernameya Asya Navîn û Ewropayê ya CPJ Gûlnoza got, "Rayedarên Tirkiyeyî divê rojnamevan Mehmet Aslan tavilê berdin, dawî li lêpirsînên bêwate û nediyar ên li dijî xebatkarên ajansê berdin û girtinên di vê çarçoveyê de biterikînin. Xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê bi rengekî azad, bêyî destwerdanê û bêyî tirs û fikaran divê karibin karê xwe bikin."
CPJ'ê bi bîr xist ku ji Cotmeha 2020'î û ve herî kêm sê xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê hatine girtin û wiha dewam kir, "Aslan di nûçeyên xwe yên dawî de cih dida rewşa girtiyên Kurd ên li Tirkiyeyê, îdîayên li ser êşkenceyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan diweşand. CPJ jî li ser îdîayan ji bo wergirtina agahiyê mailek ji Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê re şand, lê belê nekarî bersivê werbigire."