Ciwanên Rûs pirtûka Sakîne Cansiz weşandin

Ciwanên Rûs ên sosyalîst, pirtûka Sakîne Cansiz bi zimanê xwe weşandin.

Ciwanên sosyalîst ên Rûs, pirtûka "Jiyana min timî şer bû" ya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bi Rûsî weşandin.

Piştî karê salekê, bergê yekemîn ê pirtûkê ji aliyê Weşanxaneya Teorî û Pratîka Radîkal ve hate weşandin.

Pirtûk ji Îngilîzî ji aliyê Darya Balakîna ve hate wergerandin, Dmîtrîî Petrov redaketeya wê kir û ji aliyê Îrîna Petrova, Dmîtrîî Sîdorov û Yekaterîna Selîvanova ve hate sererastkirin. Mîzanpaja wê ji aliyê Vladîmîr Barçînskîî û wêneyê bergê wê jî ji aliyê Olya Gorşe ve hate çêkirin.

Ciwanên Rûs ên ku şoreşa Kurdistanê bala wan dikişîne, plan dikin ku bergê duyemîn ê pirtûka Sakîne Cansiz dema bê biweşînin.