Ciwanên kurd ên ji artêşa Baas reviyan axivîn

Ciwanên kurd ên ji artêşa Baas reviyan axivîn

Bi hezara ciwanên kurd yên li Sûriyeyê bi zorê ji rejîma Baas re leşkerî dikirin, bi pevçûna navxweyî ya li welat re, ji artêşê veqetiyan û tevli hêzên YPG’ê ya Rojavayê Kurdistanê bûn û hinek jî neçar man birevin welatên din. Du ciwanên kurd yên ji artêşa Esad reviyan û hatin Stenbolê ji ANF’ê re axivîn.

Ciwanê kurd yê 22 salî ku ji ber ewlehiyê navê xwe negot, bûyerên ku şahidiya wan kir vegot.

Ciwanên ku nexwest navê xwe bêje wiha got: “Ez ji Helebê me. ji 19 saliya min ez girtim leşkeriyê. Dema şer li welat dest pê kir, ligel ku leşkeriya me ya fermî tije bû jî em bernedan. Min salekê zêdetir leşkerî kir. min li Şamê peywir dikir. Min di beşa hêzên asayîş û îstîxbaratê de peywir kir. dema şer dest pê kir, muxalîfên kurd û ereb digirtin û dianîn beşa me.  Me jî îşkence li wan dikir û lêpirsîn dikin. Me gelek îşkence li wan kir. Pêkanînek hovane bû. Rojê bi xof bûn. Mirov nekarî li hember vê berxwe bidin. Me leşkerên kurd her tim li riyên revê digerin. Em sê leşkerê kurd li wê beşê bûn. Ew reviyan Rojava. Çûn tevli YPG’ê bûn. Li Şamê YPG tunebû. Ger hebûya em dikaribûn biçûna wir. Divê em bihata terhîskirin lê em digirtin.  Apê min mir, li ser vê min 3 rojan destur girt. Ji wir jî ez bi riyên kaçax hatim Stenbolê. Mayîna min a li wir mirina min bû.

GELEKÊN WAN REVIYAN

Ciwanê din yê 21 salî ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “ Ez li Lazkiyê leşker bûm. Ji leşkeriya min wêdetir 11 mehên din jî ez li wir girtim. Ez jî li beşa asayîşê leşker bûm. Li beşa me 60 leşker hebûn. 400’ê wê reviyan. 200 kes li wir man. Nîviyaî leşkerên ku reviyan kurd bûn û ew jî tevli hêzên YPG’ê bûn. Min jî derfetê wê dît û ez jî neçar mam ku bêm cem malbata xwe ya koçî Stenbolê kirin. Ev 3-4 roje ez li virim. Rewşa kurdên vir gelek xetere. Em dixwazin şer bi dawî be. Em dixwazin vegerin mala xwe welatê xwe.”

GIRTÎ JÎ DIKIRIN NAVA ŞER

Her wiha ciwan diyar kir ku hikûmeta Esad girtî jî dixistin nava şer û wiha got: “Rewşe din ya balkêş jî ev bû. rejîma Esad gelek girtiyên di girtîgehan de li hemberî muxalîfan dixistin nava şer. Xizmê mey ê kurd ku cezayê muebetê girtibû, tahliye kirin û niha bi hêzên Esad re li hemberî muxalîfan şer dike.”