Ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê li sînor rastî lêdana hovane hat

Ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê li sînor rastî lêdana hovane hat

Li sînorê  Ebaxê ya Wanê, kesekî ku xwest ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî gundê Navrîn bibe, ji aliyê leşkerên Qerekola Piyade ya Yavuz Selîm û çawîşê pispor yê wek Ereb S. tê nasîn ve rastî îşkenceya hovane hat.

Li gorî agahiyên hatine bidesxistin kesê bi navê Xidir Mîrzayî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku xwestiya ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî gundê Navrî ya Ebaxa Wanê bibe, ji aliyê leşkerên Qerekola Piyade ya Yavuz SelÎm û çawîşê pispor yê wek Ereb S tên asîn hat rawestandin.  Leşkeran xwest Mîrza xeracê bide wan. Mîrza yê ku ev red kir rastî lêdana dijwar a leşkeran hat.

Mîrzayî ku rastî lêdana tûnd hat, ji aliyê gundiyên Navrîn ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebaxê. Mîrzayî ku di encama lêdana giran de birîndar bû, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Yuzuncu Yil a Wanê kirin.  Hate hînbûn ku xetereya jiyana Mîrzayî didome.