Ciwanê li Gulsuyu birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Ciwanê li Gulsuyu birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Çeteyê Gulsuyu ku li Maltepeyê bi êrîşên xwe yên li dijî gel di rojevê de ne, roja yekşemê  li dijî meşa Eniya Gel ku ji bo ku çeteyan şermezar bikin pêk anîn, êrîş pêk anîn û di êrîşê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepeya Stenbolê çeteteyê  bi navê ‘Çeteyê Gulsuyu’ tê nasîn û berê gelek caran li hemberî gel êrîş pêk anîn û  gel ji bo protesto bikin roja yekşemê meşek pêk anîn. Çeteyan carek din êrîş kir.

Di êrîşê de ciwanê bi navê Hasan Ferît Gedîk (21) û Gokhan Aktaş ji serê xwe birîndar bû. Du kes jî ji zikê û çengeya xwe birîndar bûn. Gedîk û Aktaşê ji serê xwe birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartalê.

Gedîkê xistin bi tedawiyê ligel hemû mudaxaleyan saet di 02.00’an de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku dê cenazeyê Gedîk bibin Saziya Tipa Edlî. Daxuyaniya ji aliyê TAYAD’ê ve hatiye dayîn de hat gotin divê her kes li ber Saziya Tipa Edlî bicivin.

Li aliyê din piştî êrîşa çekdarî ya çeteyan, komekê bi çekan li taxa Gulsuyu li dijî çeteyan nobet girt. Komê ketin û têketinên taxan jî girt.

Her wiha vê sibesê ji aliyê Midûriyeta Têkoşîna bi Sûcên Organîze û Kaçaxvaniyê re operasyonek pêk hat. Di operasyona bi helîkopterê re bi ser hinek malan de hat girtin.