Ciwan li Enqereyê li dijî bişavtinê meşiyan

Ciwan li Enqereyê li dijî bişavtinê meşiyan

Endamên Meclîsa Ciwanên BDP'ê yên Enqereyê li hemberî narkotîk, fûhûş û sîxuriyê meşiyan.

Endamên Meclîsa Ciwanên BDP'ê yên Enqereyê, li Taxa Yakacik a Yenî ya Enqereyê heta cihê bazarê li hemberî narkotîk, fûhûş û sîxuriyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Li hemberî narkotîk û bişavtinê ciwanên welatparêz li ser piyane" hat vekirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo", "Ji narkotî, fûhûş û çilvirandinêre na" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê li cihê bazarê endamê Meclisa Ciwanên BDP'ê yê Enqereyê Arîf Çîmen diyar kir ku dewletê kurd qebûl kiriyê lê bi narkotîk, fûhûş û çilvirandinê û wiha got: "Di pratîka Enqereyê de jî diyare polîtikayê bişavtin û çilvirandinê li ser gelê me pêk tê. Em li hemberî çilvirandin û bişavtinê li ser piyanê kombûna me ya vir jî diyar dike ku kurd ne mirîne li virin." Serokê BDP' ya Yenîmahalleyê Ferhat Yîgît diyar kir ku bi têkoşina ciwanên kurd gihîştine roja îroyîn û pêwîste ciwan îro jî xwedî li têkoşînê derkevin.

Piştî axaftinê civanan heta saetên dereng govend gerandin.