"Civata Zimanê Kurdî" kom bû

"Civata Zimanê Kurdî" kom bû

Kombûna Civata Zimanê Kurdî, li bajarê Elmanya Berlînê pêk hat. Di kombûnê de, Civata Zimanê Kurdî, li ser termên gramerê rawestiya û digel serastiyên nû, biryar û tewsiyeyên bi giştî bên bikaranîn, hatin standin.

Bi koordînasyona Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê û piştevanîya Platforma Instîtutên Kurdî yên Ewrûpayê [Instituta Kurdî (Zaza) li Berlinê, Instituta Kurdî li Elmanya - Köln, Instituta Kurdî ya Stockholmê, Instituta Ziman û Perwerdeya Kurdî Li Danmarkê, Instituta Kurdî ya Brukselê] û beşdarîya bisporên zimanê Kurdî ”Civata Zimanê Kurdî” kom bû. Di kombûnê de, ji Fransa, Swîs, Elmanya, Swêd û Danmarkê ev bisporên zimanê Kurdî amade bûn.

Di kombûna "Civata Zimanê Kurdî" ya 7-8-9'ê Hezîranê de, li ser pirsgirêkên giştî yên Kurdî û yek bi yek zaravayên Kurdî, xebatên zanistî hatin kirin. 

Civata Zimanê Kurdî, di kombûna xwe de li ser termên gramerê rawestiya û digel sererastiyên nû, biyar û tewsiyeyên bi giştî bên bikaranîn, standin. 
Di kombûnê de biryar hat dayîn ku Civata Zimanê Kurdî ji bo pêdiviyên zimanê Kurdî mîna laboratuwarekê bixebite û dixwaze di bikaranîn û nivîsandina zimanê Kurdî de ji hemû dezgehên neteweyî û welatiyan re, bibe çavkaniya mînakgirtinê.
Di daxuyaniya piştî kombûnê de li ser vê mijarê weha hat gotin; "Tête hêvî kirin ku kes û dezgehên bi zimanê Kurdî ve peywendîdar û hemû welatîyên Kurdistanê ji axivtinê heta hemû kar û xebatên xwe yên zimanî û perwerdeyî, li goreyî encamên Civata Zimanê Kurdî bi cih bînin."

Encamên Civata Zimanê Kurdî dê di Bultena Civata Zimanê Kurdî û malperê da bêne belav kirin.