Civata Giştî ya ÎGÎF'ê li Baselê li hev kom bû
Civata Giştî ya ÎGÎF’ê ya 12. duh li Baselê li hev kom bû.
Civata Giştî ya ÎGÎF’ê ya 12. duh li Baselê li hev kom bû.
Konfederesyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) û Federasyona Karkerên Koçber yê Swîsrê(ÎGÎF) duh (30'ê Cotmehê) li bajarê Baselê yê Swîsre Civata Gitşî ya 12. pêk anîn.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên tekoşîna sosyalizmê jiyana xwe dest dane derbasî hilbijartina dîwanê bûn. Hevserokê AVEG’ê Bakî Selçuk di destpêkê de axivî û pêvajoya ku îro li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewime nirxand.
Hevberdevkê HDK’ê yê Swîsreyê, berdevkê HDK’ê yê Baselê û bepirsyarên saziyên ÎTÎF û POP’ê axivîn.
Di Kongreyê de, li ser pirsgirêkên rêveberiyê û têkiliya di nav gel û li ser amûrên xweser û rêxistina saziyan nîqaş çê bûn.