Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Em berê xwe bidin qadên Newrozê

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Newrozê daxuyaniyek weşand û Kurdistanî û dostên wê vexwend Newrozê.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Cejna Newrozê ya ku bihara mazlûman e ji aliyê gelê Kurd ê mazlûm ve tê pîroz kirin.

CÎK’ê bal bir ser vê yekê; gelê Kurd li hemberî zilmê pêşengtiya berxwedanê kiriye, textê Kralê Asûran Dehaqê Zalim di 21’ê Adarê de hilweşandiye û ev rizgarî wekî Cejna Newrozê diyarî gelên Rojhilata Navîn kiriye. Di daxuyaniya CÎK'ê de hat gotin, "Çawa ku di dîrokê de jî hatiye dîtin, cinawirê duserî hewl dide Rojhilata Navîn û civaka Îslamê dorpêç bike. Vî ejderhayê duserî yê ku dijminê hemû netewe, bawerî û nirxên mirovayetiyê ye, niha jî bi rûpoşa Îslamê dixwaze zilmê bike. Seriyekî vî cinawirî Dewleta Îranê ya Şîa ye û seriyê din jî AKP û Dehaqê wê Erdogan e. Ev kesên hanê mêjiyê hin ciwanên me dişon û wan dikin makîneyên kuştinê. Li aliyê din ve jî ciwan û mirovên me hene ku li hemberî vê wahşetê bi qehremanî li ber xwe didin.

Aliyekî vî şerî Dehaqên zalim, fîrewn, Nemrûd û Ebû Cehil in ên ku dixwazin zilma xwe mayînde bikin. Aliyê din jî eniya mazlûman e ku Hz. Îbrahîm, Hz. Mûsa û Kawa pêşengtiya wê dikin û dixwazin vê zilmê ji holê rakin.

Kesên di vê eniya mafdar û mazlûman de cih digirin, wekî di dîrokê de îro jî bi serbilindî têkoşîna xwe didomînin.

Em jî wekî Misilmanên dilsoz, ji bo eniya mazlûman bigihêje serfiraziyê divê em jî bi ruh û can têbikoşin. Divê em Cejna Newrozê bikin cejna serfiraziyê ya mazlûman. Li hemû aliyên cîhanê ji bo em li hemberî vî cînawirê duserî mirovbûn, ol û neteweya xwe karibin biparêzin, divê em bixebitin. Di serî de li welatê me Kurdistanê li her derê divê em bi awayekî coş beşdarî Newrozê bibin û divê em Newrozê bikin cejna rizgariyê.

Bi taybetî jî di 18’ê Adarê de divê her kes ligel malbat û derdora xwe beşdarî Newroza Frankfûrtê ya li Elmanyayê bibe.

Em wekî Misilmanên dilsoz, di têkoşîna mazlûman de divê mil bidin mazlûman.

Wekî ku Hz. Alî jî dibêje 'Xwezî her roj Newroz bûya û mirov ji zilma zaliman rizgar bibûya'

Divê em li hemberî zilm û neheqiyê têbikoşin û zilmê ji holê rakin.

Em berê xwe bidin qadên Newrozê!"