CÎK: Ji 2014’an ve Enfal didome
CÎK têkildarî komkujiya Helepçe daxuyanî da û got, ‘’Îro li Bakurê welêt ji 2014’an ve Enfal didome.
CÎK têkildarî komkujiya Helepçe daxuyanî da û got, ‘’Îro li Bakurê welêt ji 2014’an ve Enfal didome.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) di salvegera komkujiya Helepçe de daxuyaniyek da.
CÎK’ê got: ‘’Navê operasyonê Enfal bû. Enfal di Qur’anê de navê sûreyekê ye û şerê mezlûman a li dijî Ebû Sufyan û Ebû Cahil ê zalim bûn. Ev komkujî êrîşeke sîstematîk a qirkirinê bû a li dijî Kurdan, gundên wan, çandiniya wan, rêyên wan û hwd. bi mebesta tinekirina qadên wan ên jiyanê.
Tevgera qirkirinê ji 1986’an heta 1989’an dom kir û cihê ku êrîş birine ser ji ber ku sivîl lê dijiyan piranî zarok, jin, yixtiyar 2.150 hezar mirov hatin kuştin, 4 hezar dung hatin kavilkirin û bi kêmanî 1 milyon kes neçarî koçberbûnê bû.
Dema komkujiya Helepçe hatî kirin li Katarê 53 welatên Îslamê civiyan. Li ser navê Tirkiyê Kenan Evren jî amade bû. Li wir çi kesekî behsa Helepçe nekir. Li wir bi mebesta astengkirina asîmîlasyona Tirkên Bulgarîstanê sekinîn lê komkujiya Helepçe ji nedîtî ve hatin.
Îro jî li bakurê welatê me ji 2014’an ve tengera Enfalê didome. Li gorî daneyên NY’yê bi sed hezaran mirov ji şûnwarên wan hatine kirin, malên wan hatin rûxandin û bi sedan mirov bi saxî hatine şewitandin. Li Sûr, Cizîr, Şirnex û bajar û bajarokên din Kemalîstên kesk jî ji panzêrên xwe sûreya Enfalê dixwînin. POH, JOH yên ku li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dikin jî weke nîşanê sûreya Enfalê bi milên xwe ve dikin. Komkujî, destdirêjî û êşkence berdewam dikin.
Ên ku xwîna gelê Kurd ê mezlûm dirijînin, wê ti caran negihijin aştî û aramiya îslamê.
Bila naletê Xwedê li ser wan be ku Helepçe pêk anîne.’’