Çeteyên Tirkiyeyê belavokek hevpar weşandin

Tûgayên Nûreddîn Zengî û rêxistinê din ên çete ku Tirkiye wan weke 'mûxalefeta nerm' bi nav dike, der barê êrîşa Helebê de tevî El Nûsra belavokeke hevpar weşandin.

Komên çete yên li nava Artêşa Azad cih digirin, ku Tirkiye bi navê 'Tevgera Mertala Firatê' bi wan re tevdigere, yek bi yek tevlî El Nûra (Eniya Fetha Şamê) dibin. Komên ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan wan weke 'mûxalefeta nerm' nîşanî cîhanê dide û dixwaze bi vî rengî bide qebûlkirin, tevî El Nûsra êrîşî Helebê dikin û pê re daxuyaniyên hevpar diweşînin.

10 KOMÊN ÇETE MORA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYA HEVPAR

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, êrîşeke berfireh li Helebê hatiye destpêkirin û bi taybetî wê êrî li taxên Heleba kevn, El Meşarika, El Îzaa (Radyo), Seyfu'd-Devle, Selahaddîn û El Amiriyye werin kirin û banga girtina tedbîrên elwekariyê li alîgirên xwe dikin. Di binê vê belavokê de mora 10 komên ji aliyê Tirkiyeyê ve weke 'mûxalefeta nerm' tê binavkirin hene.

Çend ji van koman jî ev in: Eniya Fethê ya Şamê (El Nûsra), Ahraru'ş Şam, Tûgaya Nûreddîn Zengî, Cephetu'l Şamiyyetî, Ceyşu'l Îslam, Ketîbetu'l Ebû Omer, El Fecrû'l Evvel, Tabûar Fustaqîm  û Mucahîtên Şamê.