BI DÎMEN

Çeteyên Tirkan gef li Hollandayê xwar

Çeteyên Tirk ên ku bajarokê El Bab ê Sûriyeyê dagirkirin, gef li Hollandayê xwar in. Çeteyan bi amadekirina videoyekê nerazîbûn li dijî hikûmeta Hollanda nîşanda ku destûr nada xebatên dengê 'erê' ya desthilatdariya AKP'ê.

 

 

Videoya ku di tra civakî de hat parvekirin, kesên bi çekdar û ala Tirkiyê rakirine gef li hikûmet û dewleta Hollandayê kirin.

Kesê ku bi Tirkî daxive, dewleta Hollanda weke 'bêexlaq' îlankir.

Koma çekdar a xwe dibin banê Tirkmentiyê de bi nav dikin, xwe weke beşek ji Tirkan didin nîşandan û diyar kirin ku ev rewşa heyî wan jî eleqedar dike.

Kesên ku bi çek û sembola Selçuqliyan di dîmenên li ser torên civakî de parvekirin de şêweyê gefkirinê bal kişand.

Di dîmenan de ku Hollandayê weke 'dijminê îslama Tirk' bi nav dikin, bi gotina 'Allahu ekber' dawî li videoyê tînin.