Çeteyên Tirk li Babê talanê dikin
Li Babê ya ku ji aliyê leşkerên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin, dest bi talankirina malên gel hatiye kirin. Kelûpelên ku ji nava malan tên dizîn li kolanan tên firotin.
Li Babê ya ku ji aliyê leşkerên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin, dest bi talankirina malên gel hatiye kirin. Kelûpelên ku ji nava malan tên dizîn li kolanan tên firotin.
Piştî dagirkirina Ezaz, El Raî û El Bab ku dikevin Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û şûnde, li dijî Kurd û Erebên ku ji wan re bîat nakin, dest bi zext û çewisandinan kirine. Malên kesên ku ji herêmê koçkirine tên talankirin.
Herî dawî li El Babê ya ku ji aliyê Tirkan ve hate dagirkirin, çeteyên Tirk kelûpelên ji malan ve talankirî li kolanan dest bi firotinê kirine. Hat diyarkirin ku tiştên ku hatine dizîn hewl didin bişînin Tirkiyeyê.