Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emrah Kaya bi girsiyî hat definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emrah Kaya bi girsiyî hat definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emrah Kaya (Kurtay Leşker) yê di 7'ê Çile de li navçeya Çelê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû bi girseyî hat definkirin. 

Di 7'ê Çile de li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 14 endamên HPG'ê piştî topbaran û bombebaranê jiyana xwe ji dest dabûn. Di bombebaranê de cenazeyên hin endamên HPG'ê perçe perçe bûbûn. Yek ji gerîlayê HPG'ê Emrah Kaya (Kurtay Leşker) bû. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kara û Faruk Barut (Dicle Fırat) ji aliyê saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ve hatibin tevlihevkirin. Malbatê li şûna cenazeyê Kaya di 22'ê Çele de cenazeyê Barut defin kiribûn.

Piştî Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê diyar kir ku cenaze tev li hev bûne, malbata Barûç 2 roj berê çûn cenazeyê kurê xwe ji Colemêrgê anîn li Amedê defin kirin. Malbata Kaya jî duh çûn cenazeyê kurê xwe ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û li Colemêrgê bi girseyî definkirin. Malbata Kaya cenazeyê kurê xwe li Goristana Sere Solan a taxa Sumbulê bi girseyî defin kir.

Di merasima cenaze de Hevserokê BDP'ê Rahmî Kurt, rêveberên BDP'ê, nûnerên DOKH, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Girsê piştî cenazeyê Kaya birin goristanê bi duayan defin kirin. Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt, diyar kir ku di pêvajoya ku li aliyekî hevdîtinên aştiyê tên kirin li aliyê din operasyon zêde dibe û xwest ev pêvajoya operasyonê bi dawî bibe. Kurt bombebarana Qandîlê rexne kir û diyar kir ku ji ber bombebarana balafirên şer 4 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane." 
 

Dayika Emrah Kaya Sidika Kaya jî anî ziman ku ew êdî dixwazin xwîn raweste û wiha got: "Çi heqê dewlet û hikûmetê heye vê zilmê dike. Em Aştî û aramiyê dixwazin. Em hêvi dikin ku Emrah dê şehîdê me yê dawî be." Malbata Kaya diyar kir ku ji ber wan berê konê sersaxiyê vedabû êdî hewce nake disa konê sersaxiyê vekin.