Cenazeyê gêrîla Gulumser hate wergirtin

Cenazeyê gêrîla Gulumser hate wergirtin

Cenazeyê gêrîla Baran Gulumser (Dilgeş Dêrsim) yê kû li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê hate wergirtin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Baran Gulumser (Dilgeş Dêrsim) yê kû di 12'ê Mijdarê de li zozanên bajaroka Hamçinar ya navçeya Îskenderûna Hatayê de jiyana xwe ji dest da 10 rojbû li morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê dihate girtin. Malbata gêrîla Gulumser ji bo cenaze werbigire serê sibê hate Edeneyê. Li bendêye kû piştî karên li Saziya Tiba Edlî bi dawî bibe dê cenazeyê gêrîla Gulumser bi balefirê di demjimêr 14.30'an de bibin Stenbolê.