CDK'ê banga tevlîbûna Newrozê li Kurdistaniyan kir
CDK'ê banga tevlîbûna Newrozê li Kurdistaniyan kir
CDK'ê banga tevlîbûna Newrozê li Kurdistaniyan kir
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku wê li gelek navendan wê bê pîrozkirin CDKê banga tevlînûneke xurt li kurdistanî û dostên wan kir.
Koordînasyona Civaka Demokratîk CDK’ê bi mûnasebeta pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.
CDK'ê diyar kir ku di vê Newrozê de, bi milyonan kes daketin Qadan û rastiya civakeke rêxistinî û bi biryar nîşanî herkesî dan.
CDK’ê bal kişand ser peyama rêberê gelê kurd Ocalan û got, di peyama dîrokî ya rêberê gelê kurd de ji bo gelan sîstemeke wekhev û azad hatiye hedefgirtin û destnîşankir ku bi vê sîstemê gel wê bi rêxistina xwe ya cewherî pêş bikevin.
EM LI DORA PROJEYA ÇARESERIYÊ YA RÊBER APO BIBIN XELEK
Daxuyaniya CDKê wiha dewam dike;"Di vê pêvajoya nû de, divê gelê me û bi hêza me ya rêxistî ji her demê zêdetir têbikoşe, bi rihê Newrozê her roja nû bijî û li dor projeya çareseriyê ya Rêber Apo bibe xelek''
CDK’ê bi boneya Newrozê jî got, divê her kes li derdora şîara '' Ji Ocalan re azadî, Ji kurdistanê re Statû kom bibe û bibe yek
'EM BI HEMÛ HÊZA XWE TEVLÎ NEWROZÊ BIBIN'
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî dibe: “Ji bo pêkanîna hedefên rêhevalên ku li Parîsê hatin qetilkirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û bersivdayîna kujeran, divê em bi hemû hêza xwe tevlî Newrozê bibin. Divê kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê, di serî de Newroza Bonn, Parîs, Londra, Den Hag, Stockholm û Swêd bi hemû hêza xwe tevlî pîrozbahiyên li bajar û welatên din yên ewrûpayê bibin.
Em bang li rêxistinên Demokratîk yên Elewiyan, komên koçber, rêxistinên jinan û ciwanan, rêxistinên civakî, kom û partiyên siyasî dikin ku di vê dema dîrokî de tevlî Newrozê bibin, destekê bidin û li ser vî esasî têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.”