BI DÎMEN

Çalakiyên li dijî binçavkirina Kişanak û Anli dewam dikin

Li dijî operasyonên Erdogan û çeteyên wî û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajarên Elmanya û li paytexta Swîsre Bernê çalakî hatin lidarxistin.

Li dijî operasyonên Erdogan û çeteyên wî û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajarên Elmanya û li paytexta Swîsre Bernê çalakî hatin lidarxistin.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi beşdariya nûnerên Ciwanên Azad Hannover, NCDK, Meclîsa Jinê Ronahî, Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, HDK-Hannover, komên çep ên Elman û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk meşek hate lidarxistin. Bi qasî 1.500 kesên li ber stasyona trenê li hev civiyan, piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, dest bi meşê kirin û li ser zext, girtin û binçavkirinê belavok belav kirin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku ew ê her saet, her kêliyê li qadan bin û gotin, "Roj roja çalakiyê ye. Em ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li Rêberê xwe, partiya xwe û siyasetmedarên xwe xwedî derkevin." Ciwanên Azad Hannover, her wiha saet di navbera 13:00-17:00 de stand danîn û bi sedan belavok belav kirin.

HAMBÛRG: Bi hezaran kes li bajarê Hambûrgê heta ber avahiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiyan. Parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) ê Meclîsa Federal Jan van Aken li vê çalakiyê axivî û diyar kir, hikûmeta Elman pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tê. Aken destnîşan kir, ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye û xwest, qedexeya li ser PKK'ê derhal bê rakirin. Tevî van Aken, Parlamentera Partiya Keskan a Hambûrgê Antje Moller û parlamenterên Partiya Çep ên Hambûrgê Cansû Ozdemîr, Denîz Çelîk û Martîn Dolzer jî li qada çalakiyê axivîn. Parlamenteran binçavkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli bi tundî şermezar kirin. Di vê navberê de, hat ragihandin ku parlamenter Jan van Aken û Cansû Ozdemîr wê di hefteya pêş de biçin Amedê û destekê bidin doza lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî ku berê di tîma Sant Paûlî de dilîst.

ESSEN: Li bajarê Essen ê herêma Rûhr a elmanyayê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên dagirkeriyê yên dîktatoriya AKP/Qesrê û binçavkirina Kişanak û Anli, meşek hate lidarxistin. Meş jia liyê xebatkarên Tevgera Jinên Kurd li Essen û Dortmûndê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê hat organîzekirin. Zêdeyî 200 hezar Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman tevlî meşê bûn. Li ser navê NAV-DEM'ê Yilmaz Gultekîn, li ser navê KNK'ê Maşallah Ozturk, li ser navê DÎDF'ê Heval, li ser navê MLPD'ê Horst û li ser navê Bîr-Karê Sînan axivîn. Qisekeran gotin, ew ê li dijî êrîşên li ser şaredariyan heta dawiyê li ber xwe bidin.

DUSSELDORF: Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi pêşengiya Jin ên Ciwanên Azad standa agahdarkirinê li meydana Bûrgplatzê hat vekirin. Li ser terora dewleta Tirk li vir belavok hatin belavkirin. Ciwan wê çalakiya xwe sibe di çarçoveya "Kampanya Xwebûn û Xweparastinê" de bidomînin. Her wiha ji bo çalakiya îro ya saet 12:00 a li Bûrgplatz a Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin.

MUNCHEN: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Munchenê û Komuna Jinê-Sara bi heman armancê meşek lidar xistin û endamên DÎDF, partiyên Elman MLPD û Dîe Lînke jî tevlî bûn. Di meşê de dirûşmên "Dewlet a kujer ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan, terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Di meşê de wêneyên Gultan Kişanak û Firat Anli hatin hildan, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Wê îro jî saet di 14:30 de li Navenda Civaka Demokratîk civîna bîranîna Şehîdên Cotmehê were lidarxistin.

FREÎBÛRG: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê û herêma Şehba yên Rojavayê Kurdistanê û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Amedê", "Kujer Erdogan" meşiyan. Piştî meşê li navenda bajêr li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, rejîma AKP'ê çav berdaye destketiyên gelan, lewma komkujî û dagirkeriyê dike. Çalakgeran bang li raya giştî ya cîhanê kir, ku li dijî vî destê bi xwîn û rejîma talanker, bi hişyarî û berpirsyarî tevbigere.

BERN: Endamên tevgera Ciwanên Azad li ber stasyona navendî ya trenê ya li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê, binçavkirina hevşaredarên Amedê şermezar kirin. Bi dehan ciwanan li vir pankart vekirin û li dijî AKP'ê dirûşme qîriyan. Ciwanan piştre çalakiya xwe li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dewam kirin.

...