BMG: Em ê her derê bikin 1’ê Gulanê

Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyanî da û diyar kir ku li dijî qedexekirin û astengkirina 1’ê Gulanê ew ê bi şîara ‘Her der 1’ê Gulanê her der berxwedan’ li gorî naveroka wê ya esasî 1’ê Gulanê pîroz bikin.

Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek weşand.

BMG’ê diyar kir ku wê îsal bi şîara ‘Ji bo ked û azadiya me, her der 1’ê Gulanê her der berxwedan’ 1’ê Gulanê pîroz bikin.

Di daxuyaniya BMG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li dijî kapîtalîzm, şer û faşîzm û her cure paşverûtiyê di warê enternasyonal de bi milyonan kes li ber xwe didin û têdikoşin. Li ser esasê vê rastiya civakî û dîrokî 1’ê Gulanê ya ku roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtinê ye, careke din derdikeve holê. BMG bi baldariya girîngiya wê ya dîrokî û çînî bi kampanyayeke siyasî ya berfireh û kûr xwe ji 1’ê Gulanê re amade dike.

Bi şîara ‘Ji bo ked û azadiya me, her der 1’ê Gulanê her der berxwedan’ê di 12’ê Nîsanê de dest bi kampanyaya ji bo 1’ê Gulanê hate kirin. Bi hezaran belavok û afîşên wê ji bo kampanyaya 1’ê Gulanê wê bigihêje ber destê kedkar û karkeran. Stenbol di serî de li her qada ku em lê rêxistinkirî ne, li gorî ruhê 1’ê Gulanê wê xebateke siyasî û kampanya were meşandin.

Li dijî helwesta desthilatdariya faşîst a ku dixwaze 1’ê Gulanê qedexe bike, em ê li hemû qadan li gorî cewhera wê 1’ê Gulanê pîroz bikin. Li ser vî esasî em ê tevî rêxistinên kedê, sendîka, hêzên şoreşger û demokratîk tevdigerin. Çîna karkeran di serî de em bang li hemû bindestan dikin ku di 1’ê Gulanê de li dijî kapîtalîzm, mêtingerî û faşîzmê em li hemû qadan alaya sosyalîzmê li ba bikin.”