Bîrdal: PKK’ê gav avêt, lê hukûmetê çi kir?
Bîrdal: PKK’ê gav avêt, lê hukûmetê çi kir?
Bîrdal: PKK’ê gav avêt, lê hukûmetê çi kir?
Meclisa HDK'e ya Bagcilara Stenbolê der barê geşedanên rojevê de civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlamenterê DTP'ê yê berê û parazvanê mafên mirovan Akin Birdal, helwesta hikûmeta AKP'ê rexne kir û wiha got: "Birêz Ocalan xwest PKK bêçalakiyê pêk bîne û PKK'ê biryara bêçalakiyê da. Polîs û leşkerên destê xwe de serbest berdan. Li ser vê bangê gav hatin avêtin. Lê gelo ka AKP'ê çi kir?"
Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) a Navçeya Bagcilara a Stenbolê der barê pêvajoyê de civîna bi navê "Ji bo aştiyê wekhevî, ji bo çareseriyê demokrasî" civîna gel pêk anî. Civîn li Komeleya Gergeriyan pêk hat. Di civînê de Parlamenterê DTP'ê yê berê û parazvanên mafên mirovan Akin Bîrdal, Endama HDK'ê Hatice Altinışik, endamê Mislimanên Antî-kapitalist Sedat Dogan û gelek welatiyên din amade bûn.
Li salona civînê pankartên "Ji bo aştiyê wekhevî û ji bo çareseriyê demokrasî" hat daliqandin. Di civînê de Endamê Meclisa HDK'ê ya Bagcilarê Îbrahîm Turgut, axaftin kir û wiha got: "Raste hikûmeta AKP'ê hin gav avêtin. Lê ev gav bi têkoşîna gelê kurd avêtin. Divê em li hemberî vê pêvajoyê nekevin nava rehetiyê. Divê em têkoşîna aştiyê hîn xurttir bikin."
'GER EM HURMETÊ NÎŞANÎ HEV BIDIN Û NIRXÊN HEV BIPARÊZIN KES NIKARE RÊ LI PÊŞ AŞTIYÊ BIGIRE'
Endamê Koma Mislimanê Anti-kapitalist Sedat Dogan jî anî ziman ku her tim di pirgirêka kurd de li cem kurdan cih girtine û xwest ji bo çareseriya pirsgirêka kurd platformên niqaşê bên avakirin. Dogan, destnîşan kir ku ev erdnîgarî xwedî pir ziman, çand u baweriye û wiha got: "Tu hêzên kapîtalîzmê nikarin aştiya me xera bikin."
Parlamenterê DTP'ê yê berê Akin Bîrdal jî anî ziman ku ji roja HDK hatiye avakirin heta niha li dijî hêza serdestan hêzek hegemonik ava kiriye. Bîrdal, da zanîn ku li herêmê 3-4 mehin şer çênabe û wiha axivî: "Divê ev pêvajo bi riya aştiyê û demokrasiyê pêş bikeve. PKK'ê heta niha 8 caran agirbest îlan kir. Lê her tim ji aliyê dewletê ve hat xerakirin. Di vê pêvajoyê de faktora herî mezin daxwaza gelê kurd a demokrasî, aştî û wekheviyê ye. Biryar û vîna gelê kurd a çareseriyê ye."
'ALIYEKÎ AGIRBEST ÎLAN KIR, LÊ ALIYÊ DIN?
Birdal, detnîşan kir ku aliyekî agirbet îlan kir, lê aliyê din bêdeng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalan biryara bêçakiyê da. PKK'ê jî guh da biryara Ocalan û agirbest îlan kir. Banga berdana rehînan kir, PKK'ê rehînê di destê xwe de serbest berdan. Lê gelo ka AKP'ê çi kir? Hikûk û çapemeniya tirkiyeyê rewşa wê pir xerab e. Ji ber vê yekê ji her kesî re hiqûq lazim e. Ji bo nivîsandina rastiyan çapemeniya azad lazim e. Em dibînin ku hej televîzyon zimanê dewletê bikar tînin. Televîzyon hêj dibêjin rexistina 'Terorê' bikar tînin.
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDK'ê Hatice Altinişik jî anî ziman ku lazim e pêvajoya aştiyê li ser bingeha makeqanûnê pêş bikeve û xwest dewlet gavên pêwist bavêje. Altinişik, xwest li hemberî vê hewayê kes nekeve nava rehetiyê û her kes bêtir li aştiyê xwedî derkevin û bêtir têkoş3ina aştiyê bimeşînin.