Birayê Ahmet Tirk jiyana xwe ji dest da

Birayê Ahmet Tirk jiyana xwe ji dest da

Birayê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê Ahmet Turk ê li Enqereyê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. 

Birayê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, Tomîr Turk 78 salî ku 2 salin ji ber ur di serî wî de bû tedawî didît û 20 roj in li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê di unîteya beşa lezgîn de dima, danê sibê jiyana xwe ji dest da. Ji ber Tomîr Turk ê li herêmê wek Hecî Demo jî dihat naskirin jiyana xwe ji dest da, Ahmet Turk û parlamenterên BDP'ê hatin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku wê cenaze îro saet 15.00'an ber bi Mêrdînê ve bê rêkirin û li gundê Kesra Kenco bê veşartin. 

KCD'ê têkildarî wefatê peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de wiha tê gotin, "Me bi xemgîniyeke mezin agahî wergirt ku Hecî Demo birayê, Hevserokê me Ahmet Turk, demeke dirêj e ku li Enqereyê tedawiyê dibîne, jiyana xwe ji dest daye. Em dibêjin rehma Xwedê le be. Em êşa Hevserokê xwe Birêz Ahmet Turk wek hevalên têkoşînê jidil parve dikin. Em ji malbatê re sersaxiyê dixwazin." 

Hecî Demo Turk li herêmê şexsiyetek naskirî bû û gelek malbatên dijminahî û xwîndarî di navbera wan de bû li hev anîbû, di navbera wan de aştî çêkiribû.