Biboneya 115. Salvegera Rojnamegeriya Kurdî peyama KNK’ê

Biboneya 115. Salvegera Rojnamegeriya Kurdî peyama KNK’ê

KNK’ê biboneya 115’mîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê da diyarkirin ku, duh di salvegera Rojnamegeriya Kurdî de yad û pîrozbahî li gel hev hate kirin. KNK’ê di peyama dayî de balkişande ser doza duh ya rojnamevanên Kurd hatî darezandin de jî û got; “Rojnamevanên Kurd, dane xuya kirin ku ew mîratzadeyên Miqdad Bedirxan, Musa Anter û tevahiya şehîdên çapameniya Kurd in.”

Konseya Rêveber Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ragihand ku, Di vê qonaxa  ku çareseriya pirsgirêka kurd tê axaftin de jî, bi girtina rojnamevanên kurd, tê xwestin ku  dengê gelê Kurd qut bikin, çapemeniya alternatîv ji holê rakin.

KNK’ê di peyama dayî de da zanîn ku, pitşî 115 salan û têkoşînên dijwar ya gelê Kurd, hîna hêzên dagirker dixwazin gelê Kurd bêdeng bikin û di bin nîrê koletiyê de bifetisînin.

DEWLETA TIRK DI 115. SALVEGERA ROJNAMEGERIYA KURD DE JÎ NÎŞAN DA

KNK’ê di peyama xwe de balkişande ser doza duh ya rojnamegerên Kurd hatin darezandin de jî û wiha got: “Lê di rûniştina duh ya Rojnamevanên Kurd de, li Stembolê hate xuya kirin ku kes nema dikare pêşiya gelê Kurd bigire. Dewleta Tirk, kîndariya xwe ya nijdaperest, di 115. salvegera Rojnamegariya Kurd de, duh di rûniştina doza rojnamevanên Kurd de careke din nîşan da. Lê rojnamevanên Kurd dersa exlaq û çapemeniya xwedî nirxên mirovahiyê, li gorî rêbazên rojnameya Miqdad Bedirxan Kurdistanê dane heyeta dadgehê. Di şexsê heyeta dadgehê de dane çapemeniya Tirk û rayedarên Tirk jî.”

Hat diyarkirin ku, duh di salvegera Rojnameya Kurdî de, yadkirin û pîrozbahî li gel hev pêk hatin. Hat gotin ku, “yaddkirin, ji bo şehîdên medya Kurd bî, pîrozbahî jî ji bo 115. salvegera  rojnamegeriya kurd bû. Lê rojnamevanên kurd, duh careke din, di 15. dadgeha Cezayê Giran ya Stembolê de cengaweriyek dîrokî nîşan dan.”

ZEXT Û ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA KURD

KNK’ê balkişande ser zext û êrîşên li ser rojnamegeriya Kurd û wiha berdewam kir: “Baş tê zanîn ku temenê rojnamegeriya Kurd 115 sal in, lê biqasî temenê xwe şehîd  dane. Li Tirkiyeyê û Îranê cezayê ji rojnamevanên kurd re tê xwestin û têne dayin, 4, 5 qat li temenê rojnamegeriya kurd zêdetir in. Lê duh jî, di rûniştina darizandina rojnamevanên kurd de hate xuya kirin ku,  qedera gelê kurd hatiye guhertin. Gelê kurd, gihaye wê qonaxê ku ew bi xwe qedera xwe tayin bike.”

DI DEMA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE JÎ DIXWAZIN DENGÊ GELÊ KURD QUT BIKIN

KNK’ê anî ziman ku, “Di encama têkoşîna gelê kurd de şert hatibin guhertin jî, zihniyet û kiryarên hêzên dagirker ne hatine guhertin. Di vê qonaxa  ku çareseriya pirsgirêka kurd tê axaftin de jî, bi girtina rojnamevanên kurd, tê xwestin ku  dengê gelê Kurd qut bikin, medya alternatîv ji holê rakin. Lê rojnamevanên Kurd careke din li darî çavên cîhanê dane xuya kirin ku, şert û merc çi dibin bila bibin, ew dê berdevkiya gelê xwe bikin.”

KNK’ê bi boneya roja Rojnamegerên Kurd got: “Em di şexsê rojnamevanên Kurd yên girtî de, ku li hemberî zordestiya faşîzan, dengê azadiyê, dengê çapemeniya alternative qîriyan;  armanca Miqdad Bedirxan ku di yekemîn hejmara Kurdistan de weşand, kirin bingeha exlaqê çepemeniyê û dersek dane dadgeriya tirk, dersek dane medya Tirk û dersek dane rayedarên Tirk, salvegera rojnamevaniya Kurdî pîroz dikin.

Rojnamevanên Kurd dane xuya kirin ku, ew mîratzadeyên Miqdad Bedirxan, Musa Anter û tevahiya şehîdên çapameniya kurd in û şert çi dibin bile bibin ewê berdevkiya gelê xwe bikin. Em careke din rojnamevanên kurd yên girtî pîroz dikin û şehîdên çapemeniyê bi dilsozî yad dikin.”