BI DÎMEN

Besê Erzîncan: Aboriya şer xespkirina kedê ye

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi wesîleya 1'ê Gulanê axivî û diyar kir, aboriya şer tê wateya xespkirina kedê.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê pîroz kir û bang li jin, ciwan, kedkar, karker û hemû mirovên ji aliyê sîstemê ve ji nedîtî ve tên kir, ku dakevin qadan. Erzîncan got, "aboriya şer tê wateya xespkirina kedê."

Besê Erzîncan diyar kir, piştî referandûma ne rewa, pêwîste jin, ciwanên Kurd û hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, li dora 1'e Gulanê bloka berxwedanê ya yekbûyî bafirînin û têkoşînê mezin bikin.

Erzîncan anî ziman, li Tirkiyeyê keda jinê û mafê dayiktiyê di asteke bilind de tê talankirin û got, "Di siyaseta AKP'ê de hê jî hewl tê dayîn serê jinê were nixumandin û keda wê bê talankirin. Li qada kar jî rewş bi vî rengî ye. Jin weke hêzeke erzan a kar tê dîtin. Hem li kargehê dixebite, hem jî li malê. Jin li kargehê nikare mafê xwe bigire û di asteke bê wefa û alîkar de tê xebitandin. Dema tê malê jî bi heman rengî tê xebitandin û li wir jî mêr keda wê talan dike. Bi taybetî jî şîdet li jinê tê kirin. Bi rastî jî ji aliyê kedê ve jiyaneke gelekî giran û bi êş li pêşiya jinê û her dubare dibe."

1'Ê GULANÊ CEJNA XWEDÎDERKETINA LI KEDA JINÊ YE

Erzîncan destnîşan kir, ji ber vê rastiyê, yên herî zêde divê li ber dîktatoriya Erdogan-Devlet Bahçelî rawest in, jin in û wiha dewam kir: "1'ê Gulanê di heman demê de cejna jinê ye. Cejna xwedîderketina li keda xwe ye. Bêguman wê têkoşîna sendîkayî bê dayîn. Ji bo girtina berdêla keda xwe pêwîste têbikoşe. Hewl tê dayîn jin bê qîmet bê kirin û bi vî rengî ji nasnameya xwe bê dûrxistin. 1'ê Gulanê di heman demê de cejna xwedîderketina li keda xwe ye. Jin di vê demê de bi erk û berpirsyariyeke mezin radibin. Li Stenbol û Enqereyê çalakiyên jinan lidar ketin. Li Kurdistan ji xwe jin her tim li ser piyan e. Pêwîste hîn bêhtir jin li hev bicivin û li her qadê bi xurtî li ber xwe bidin."

TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BI KEDÊ AFIRIYE

Di dewama axaftina xwe de Erzîncan ragihand, gelê Kurd ji aliyê dîrokî ve her tim bûye gelekî kedkar û got, "Li gelemperiya Kurdistanê, gelê Kurd temamiya jiyana xwe li ser bingeha kedê afirandiye. Her tim bi keda xwe li ser vê axê hebûna xwe parastiye. Eger di nava Kurdan de berxwedaneke mezin hebe, di bingeha vê yekê de jiyana li ser vê axê ya xwe dispêre kedê heye. Ji ber ku gelekî mezlûm e, çav bernedaye axa gelên din. Alîgirê jiyaneke bi maf û kedê ye. Lewma timî êrîş lê hatiye kirin. Ji ber vê yekê 1'ê Gulanê yek ji cejnên herî hêja yên li Kurdistanê ne."

DI 1'Ê GULANÊ DE DIVÊ TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ BÊ XURTKIRIN

Besê Erzîncan destnîşan kir, aboriya şer, mezinkirina şer û pereyê ji aboriya şer re tê veqetandin tê wateya xespkirina kedê û anî ziman, fatûreya vê yekê jî li civaka kedkar tê birîn.

Erzîncan diyar kir, hem 1'ê Gulanê cejna kedkaran, hem jî têkoşînên din ên maf û kedê divê li eniyeke yekbûyî werin meşandin û got, "Pêwîstî bi wê heye ku jin, ciwan û hemû gelên bindest li blokeke yekbûyî têbikoşin. Divê bi eniyeke berxwedanê ya yekbûyî re li dijî rejîma faşîst berxwedaneke herdemî, rêxistinbûneke timî hebe. Yekane çareya li dijî vê rejîmê, berxwedan û rêxistinbûneke xurt e. Eger em dixwazin vê rejîma faşîst a li Tirkiyeyê bisekinînin, hingî di 1'ê Gulanê roja kedkaran de bi xurtî li ber xwe bidin."

Erzîncan anî ziman ku ew bawer e cejna kedkar û karkeran wê îsal hê bi xurtî were pîrozkirin û herî dawî got, "Desthilatdariya faşîst, her sal ji bo cejn neyê pîrozkirin kete nava hewldanan. Li meydana 1'ê Gulanê her tim li dijî vê berxwedan hate nîşandan. Bi vê wesîleyê ez hemû şoreşgerên li meydana 1'ê Gulanê şehîd bûn, bibîr tînim. Li ser vê bingehê, divê li refên kedê rêxistinbûneke baştir were kirin û têkoşîn bê geşkirin. Gelekî girîng e ku 1'ê Gulanê bibe cejna hemû derdoran. Divê em têkoşîneke hevgirtî û yekbûy3ı bimeşînin. Li ser rvê bingehê 1'ê Gulanê li hemû kedkaran, gelan, jin û ciwanan û gelên bindest pîroz dikim û bang li wan dikim ku dakevin qadan."