Berxwedana Taksîmê
Berxwedana Taksîmê
Berxwedana Taksîmê
Bûyererên li Stenbolê di çarçoveya protesto, berxwedan û raperînê yên ji bo Parka Geziyê pêk hatin divê ji nû ve bên nirxandin û di ber çavan re derbaskirin. Ev yek ji bo hemû hêzên li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Bûyerên ku ev 11 roj in tevahiya çapameniya cîhanê weke rojeveke bingehîn derketiye pêş û ji YE’yê bigirin heta DYA'yê hemû hêz neçar man daxuyaniyan bidin. Divê ev baş werin xwendin. Di çerçoveya van bûyeran de analîz, nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe dixwazim bi çend xalan parve bikim.
Fêkiyekî têkoşîna gelê kurd e
Heger di roja me de qala daxwaz û berxwedana ji bo demokrasiyê, ji bo parastina xwezayê û li dij tahakûm û dîktatoriya 'piranî' ya bi AKP hatiye formûle kirin nerazîbûn û serhildanek hebe ev ji sedî sed deyndarê berxwedana bêhempa ya gelê kurd a ku ev 30 sal in bênavber li dij dewleta totalîter daye meşandine. Ev berxwedan gelek berhemên hêja ên wekî çanda berxwedan, daxwazkirina mafan û nerazîbûna li dij bêhiqûqiyê afirand. Hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk ku di bin hinceta 'têkoşîna li dij qaşo terorê' û lansekirina nerazîbûn, muxalefetê mîna, 'xizmeta cudakariyê dike' bi salan e li gor berjewendiyê xwe hespê xwe bezand û xwest civakê bi tevahî bixe bin tahakûmê û xizmeta rantê bi dest bixe. Bi ferzkirina çareseriyê û rûyê rast ê vê rejîm û hikûmeta AKP'ê nîşanî civaka Tirkiyeyê da. Her wiha ev hewldan îfadeya birîna hêviyên ji pergala Tirkiyeyê, muxalefetê û pergala heyî ye. Lêgerîn an qolinca destpêkê ya afirandina tevgereke muxalefetê ya derveyî hemû hebûn, sazî, siyaset û hemû hebûnên berhemên darbeya 12'ê Îlonê ye.
Pêşengê raperînê Sirri Sureya Onder e
Tevî şert û mercên bi Têkoşîna Gelê Kurd stewiyan û hişyarbûna beşên civakê yên ji tahakûma AKP'ê bêzar da berdewamkirin, gelemperîbûn û gihiştina vê asta bilind a berxwedana Taksîm û Parka Geziyê. Di vê berxwedanê de rol û helwesta parlamenterê BDP'ê Sirri Sureya Onder diyarker e. Heger roja yekemîn xwe neavêta pêşiya dozeran û rakirina daran asteng nekira belkî bi mudaxeleyeke polîsan a biçûk parêzvanên xwezayê û parkê hatibane belavkirin û raperîna gel a li cîhanê dengveda hêna dest pê nekeribû bihata fetisandin. Alîgir û dijberên BDP'ê û heta AKP jî neçar ma ku mafê helwesta di cih de ya bi biryar a Sirri Sureya Onder teslîm bike.
Têkoşîna serdema nû wisa ye
Peyama Newroza 2013'an a Rêberê Gelê Kurd nîşaneya destpêka pêvajoyeke bi vî rengî bû. "Bi pêngava me têkoşîn bi dawî nabe, berovajî serdemeke nû ya têkoşînê dest pê dike" di cewher de berxwedana Taksîmê û çalakî, berxedanên bi reng û şêwazên cuda îfade dike. Têkoşîna ku heta niha bi piranî bi rêbaza şerê çekdarî dihat meşandin niha cihê xwe ji têkoşînên civakî, çandî, aborî û her qadên jiyanê hişt. Parastina xwezayê, parastina beşên civakê ên di bin zextê de, parastina lawiran, daxwaza wekheviyê, daxwaza edaletê, daxwaza kar, daxwaza ji hebûnên ser ax û bin ax ên vî welatî sûdwergirtin û her cure hewldanên ji bo demokratîkbûnê dikarin werin rêzkirin. Demokrasiya ku em tev dixwazin were Tirkiyeyê bi şêwazekî rasterast û bi çalakî, berxwedan û têkoşînên di her qada jiyanê de dikare pêk were.
Rêxistinbûyîn, sazîbûn û xwendina rihê demê
Bûyerên dawî bi hemû zelaliya xwe raxist ber çavan ku weke gelê kurd jî ji xwendina ruhê dema nû, rêxistinbûyîn, sazîbûn û çalakiyên pêvajoya têkoşînê ya serdema nû re ne amade ye. Hewldanên Rêberê Gelê Kurd ên ji salên 1993'yan û vir ve, parêzname, manîfesto û israra guherîneke li gor ruhê demê ya ku pêwîstiyên pêvajoya kaotîk û guherîna mezin pêşwazî bike mîna tê xwestin ne hatine fêmkirin. Dikarim bêjim ku di hemû qolinc, bêbiryarî û dirêjbûna pêvajoyê de rast ne fahmkirin, an kêm fahmkirina Ocalan heye. Ocalan ev 14 sal in li Îmraliyê ye û tevî tecrîda giran jî teoriya rêxistinbûyîn, sazîbûn û têgihiştina têkoşîna dema nû saz kir û bi riya parêznameyan, hevdîtin û analîzan bi civakê re parve kir. Navlêkirina Rêberê Gelê Kurd a paradîgmayê mîna, "Demokratîk, ekolojîk û li ser esasê wekheviya cînsan" li her qadên jiyanê yên Tirkiyeyê û parçeyên din û cihên din ên kurd lê dijîn pêwîstî bi rêxistinbûyin sazîbûna di bin navê yekitî, weqf, komele, tevger, kom û sazîbûnên ku karibin ji hemû pêwîstiyên civakê re bibin bersiv heye. Bi israr pêşniyarên mîna, "Divê her mal bibe dibistanek", li her taxê dibistaneke ziman, meclisên taxan, meclisên bajaran, komunên gundan, avakirina saziyên mîna 'komeleya genim' û hwd. tev ji bo dagirtina her qada jiyanê û meşandina têkoşîneke piralî bûn.
Pîvan parastina nirxên gerdûnî ye
Di parastina nirxên gerdûnî yên encama berxwedana sedê salan, ked û xwîna mirovahiya pêşverû hatine bidestxistin hewcedarî bi ferman, bang û plansaziyê tune ye. Parastina mafên mirovan, parastina xwezayê, daxwaziya wekhevî û edaletê, cîhgirtina li cem bindestan ji ferman û plansaziyan bêhtir mijarên wijdanî ne. PKK tevgereke ku li dij êrîşên Israilê yên li ser Libnanê şehîd dane. Hemû rêxistin û hebûnên ji felsefeya vê tevgerê xwedî dibin jî xwedî heman karakterî ne. Lewra şopandin, bêhelwestî û rawestîn a li dijî bûyerên civakê eleqedar dikin ne li gor vê felsefeyê ne. Hesabên biçûk, pragmatîzm û dudilî ya di demên wisa de li dewsa feydeyê zirarê dide.
Xwedayina der a paşverûtiya kurd
Bi taybetî di ser medyaya civakî re helwesta hin derdor û kesayetên nijad kurd balkêş bû. Bi gotin û nivîsê, "dema daristanên me şewitîn hûn li ku bûn, baş bi we tê" û kêfxweşbûna ji êrîşên polîs raxiste ber çavan ku neteweperestî nayê guhertin. Yên ku heta niha gilî û gazinc dikirin çima kurd li ber xwe didin û rojava temaşe dike, dema rojava rabû ser piyan heman helwestê nîşan bidin ji yê rexne dikin jî xirabtir in. Li gor baweriya min ji êrîşa polîsan a hovane ya li Taksîmê kêfxweşbûna kesekî ji xwe re bêje ez kurd im ji ya tirkên nijadperest ku ji erdheja wanê kêfxweş dibûn ne cudatir e. Erdem, helwest û hata rexneya herî di cih de ew e ku mirov xwedî wê ferasetê be karibe li hemberî zilma li dijî kesên heta niha li hember zilma li ser te bêdeng jî mane raweste.
Helwesta hunermendan û medya
Ev raperîna li Taksîmê bû çirûsk an damlaya dawî ya furînê û refleksa civakî ya ji ber bêzariya 11 salên dema desthilatdariya AKP'ê. Hewldanên ji cewher derxistinê hebin jî bi giştî diyar bû ku ev çalakî, an berxwedan a nifşên nû yê Tirkiyeyê û êdî tahamûlî bisînorkirina azadiyan nakin.
Rewşa herî trajîk a çapemeniya tirk ew bû ku di bin nîrê hikûmetê de raperîna gel ji nedîtî ve hat. Di raya giştî ya navnetewî de tişta herî zêde rê li ber matmayinê vekir helwesta medyayê bû ku bi bêdengî û bêhelwestî alîgiriya desilatdariyê kir. Ev raperîn bû destpêkek ku li Tirkiyeyê êdî desilatdar neçarin biryarê bidin çend caran bifikirin.
Di van çalakiyan de tiştê ku herî zêde cihê kêfxweşiyê ye jî helwesta piraniya hunermend, nivîskar û kesên navdar bû.
Hunermendî, sînamevanî, reweşenbîrî, nivîskarî, stranbêjî, bernamevanî dane aliyekî û bezîn hawara Teksîm û Parka Geziyê. Di tevger û nirxandinên tevan de bêzariya li dij qedexekarî, tahakûma AKP'ê ya çend sal in dom dike derkete holê.
Hemû reng gihiştin hev. Encama herî girîng a raperîna ji bo Parka Geziyê ew bû ku nerîn, reng, şêwazên jiyanê û aliyên ku bi tu awayî ne dihata texmîn kirin werin gel hev li hev civiyan û hev himbêz kirin. Ji nerînên cuda yên siyasî bigirin heta bi alîgirên tîmên futbolê yên bi çavê dijminan li hev dinerîn, ji hemû nerînên siyasî bigirin heta bi xwediyê hemû şêwazê jiyanê modern, muhafazakar, sergirtî, oldar, laik û hwd.
Hevkarî û afirandina jiyana komun a li parkê ku 11 roj in dom dike ji bo paşeroja Tirkiyeyê û bi hevre jiyîna gel, bawerî û rengên cuda yên civakê modelek bû. Heger ev helwest û îradeya derketîba were nirxandin wê ji bo Tirkiyeya nû ya demokratîk û wekhev re xizmeteke mezin bike.
Heger hikûmet û radeyar peyamên vê çalakiyê rast bixwînin û xwe biguherin wê neçarî gavên demokratîkbûnê bibin û hew cesaret dikin vîna gel û beşên civakê piştguh bikin. Heger bi israr êrîş bidomin û ev îrade li ber çavan neyê girtin dikare bibe destpêka têkoşîna raperîneke mezin a Tirkiyeyê serobino bike û di dawiya dawî de bigije encameke serkeftî.
Ji bilî desilatdariyê partiyên siyasî û hêzên din jî divê rastiya xwe ya ji xwendina ruhê demê û rastiya civakê dur bibînin û xwe biguherînin.
Her wiha kurd jî divê beriya her tiştî careke din têbigihêjin ku hemû raperîn, hewldanên demokratîkbûnê û berxwedan encamên têkoşîna dehan salan a bi berdelên mezin e. Lewra di encamên ku bi têkoşîna xwe afirandine xwedî derkevin pêşengiyê bikin û şoreş/şoreşên li Kurdistanê pêk anîne li Tirkiyeyê jî di her qadê de pêk bînin.