Berxwedana Parqa Gezî ket roja 13’emîn
Berxwedana Parqa Gezî ket roja 13’emîn
Berxwedana Parqa Gezî ket roja 13’emîn
Berxwedana Parqa Gezî ket roja 13’emîn. Qada Taksîmê, Parqa Gezî û Cadeya Îstîklalê ya ku di saetên êvarê de bi sedhezaran kesî tije bû, çalakiyên xwe heta sibê berdewam kirin. Qada berxwedanê bi dirûşmeyên ‘Berxwedan jiyane’ dest bi rojê kir.
Berxwedana Parqa Gezî ket roja 13’emîn. Qada Taksîmê, Parqa Gezî û Cadeyên Îstîklal û Gumuşsuyu bi sedhezaran tije bû. Çalakgeran heta sibê govend gerandin. Dem bi dem meşa pêxistin û fîşekên hewayî teqandin. Gelek partiyên siyasî, sendîka, sazî û lijne bi kortejan meşiyan. Li konê BDP’ê jî piştî peyama Ocalan ya ji bo slavkirina Parqa Gezî girt, dirûşme berzkirin. Muzîk lêdan û govend gerandin. Posterên Ocalan û alên PKK û KCK’ê daliqandin.
Heta sibê muzîka ‘Berxwedana jiyane’ hat lêdan. Bi dehan kes govend gerandin û piştre dest bi paqijiya qadê kirin. Berxwedêran dora hemû konan paqij kir. Gelek welatiyan spor kirin û hinek voleybol lîstin. Heta sibê faliyetên cur bi cur hatin meşandin.
Her wiha li qadê amadekariyê avakirina platformê ya bo mîtîngê jî dest pê kir.