Berxwedana Parka Gezî didome
Berxwedana Parka Gezî didome
Berxwedana Parka Gezî didome
Li Parka Gezî ya Taksîmê ku berxwedan lê berdewam dike, gel li ser kursiya serbest dîtinên xwe tîne ziman.
Li Parka Gezî berxwedan di roja 14’mîn de jî didome. Qada berxwedanê ku dawiya vê hefteyê qelebalix derbaz kir, di roja yek ya karê hefteyê de jî bi tevlîbûnekî qelebalix berdewam dike. Li qada ku hema bêje cih nemaye konan lê vedin, ji bilî çalakvanên her tim li qadê dimînin, bi hezaran welatî demek kurt serdana çalakvana dikin, çalakvana bitenê nahêlin. Di nava ziyaretvanên îro de heyeta Partiya Çep ya Ewropayê jî hebû. Çalakvanên ku her roj rêkûpêk gelaşê paqij dikin, pêwîstiyên xwe yên rojane ji komunan pêşwazî dikin. Dikeya ku li qadê hatiye avakirin, piştî nîvro kursiya serbest ya ku her kes fikrê xwe azad vedibêje hate vekirin. Çav lê ye ku yên ji kar derdikevin bi armanca piştevaniya bi berxwedanê re hêjmar zêdetir bibe.