Berxwedana li Taksîm û Tirkiyeyê di Parlementoya Swêdê de ye
Berxwedana li Taksîm û Tirkiyeyê di Parlementoya Swêdê de ye
Berxwedana li Taksîm û Tirkiyeyê di Parlementoya Swêdê de ye
Çalakiyên ku li Parka Gezî ya Taksîmê destpêkirin û li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên zextwarî li tevayî welat vegeriyan berxwedanekî giştî, Partiya Çep ya Swêdê ev mijar veguhest rojeva Parlementoyê.
Ji Partiya Çep parlementer Amîneh Kakabahev ji bo Wezîrê Derve Carl Bildt bersiv bide pêşniyar pirsek da û çalakiyên ku li Taksîmê destpêkirin û li tevayî welat belavbûn her wiha fermana êrîşkirina polîsan ya li ser xwepêşandanan ku desthilatdariya AKP’ê daye anî rojevê. Di pêşniyarpirsê de tê pirsîn ku, li dijî êrîşên li hemberî azadiya fikir û xwepêşandanan, hûn çi difikirin.
Di pêşniyar pirsa ku Berdevekê Polîtîkayên Derve yê Partiya Çep Hans Lînde dayî parlementoyê jî tê gotin ku, xwepêşandanên li Taksîmê destpêkirin û belavî 67 deveran bûn, desthilatdariya AKP’ê hewil dide bi tundiyê rawestîne, bi hezaran xwepêşandan birîndarbûne û hatine girtin. Lînde da zanîn ku, nêzîkatiya hikumeta AKP’ê ya li hemberî xwepêşandanan dide diyarkirin ku, pirsgirêkên binpêkirina mafê mirovan li Tirkiyeyê biawayek cidî berdewam dikin. Lînde ji bo tundiya li hemberî xwepêşandanan bidawî bibe û di derbarê kesên ev tundî pêkanîn de lêpirsîn were vekirin daxwaz kir ku, Hikumeta Swêdê bikeve dewrê.
Parlementoya Swêdê dê di 14’ê Hezîranê de pêvajoya aştiyê û piştî berxwedana li Taksîmê bûyerên li Tirkiyeyê qewimîn û tundiya zêde ya polîsan li ser xwepêşandanan pêkanî nîqaş bike.
KESKÊN SWÊDÊ PIŞTGIRÎ DAN TAKSÎMÊ
Parlementerên Partiya Keskan û Berdevkê Polîtîkaya Derve Bodil Cebellos û Valter Mutt bidaxuyaniyekê berxwedana li Taksîmê silav kirin û aşkera kirin ku, ew piştgiriyê didin berxwedêran.