Beriya Newrozê operasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya Newrozê ling da operasyonên qirkirina siyasî. Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya Newrozê ling da operasyonên qirkirina siyasî. Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin.
Operasyonên binçavkirinê yên beriya Newrozê li Antalya, Edene, Stenbol û Mêrdînê destpêkirin, gelek kesên di nava wan de Serokê komîteya Amadekar, rojnameger, Serokê Komeleya Yeketiya Suryaniyan a Mêrdînê Yuhanna Aktaş jî hene hatin binçavkirin.
LI ANTALYAYÊ HERÎ KÊM 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Alanya, Kepez û Muratpaşa yên Antalyayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin. 8 kesên di nava wan de Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Nerîman Bakir, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyê jî hene hatin binçavkirin.Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Antalyayê. Navê kesên ku hatine binçavkirin wihane: Nerîman Bakir, Hesêbgirê HDP’ê yê Antalyayê Mehmet Şah Ertekîn, rêveberên bajar Adnan Ertugrul, Bîrgul Demîrel, Ferhat Kaya, Cevdet Tunç, Ozgur Kaya, Nîhat Çelîk.
LI EDENEYÊ OPERASYONÊN HEMWEXT
Yek ji navendên ku bi operasyonan dest bi rojê kir jî Edeneye. Di serdegirtinan de ku li navçeyên Seyhan û Yuregîrê ya bi piştgiriya helîkopteran pêk hat tax ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de polîsan deriyê malan şikandine û amûrên malê tevlîhev kirine.Piştî lêgerînan bi hinceta derbarê wan de îxbar heye Rêvebera Weşana Giştî ya Radyoya Dunya ku bi BHQ’ê hat girtin. Medîne Gumuş û gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên hatin binçavkirin, piştî di kontrola tendirûstiyê re derbas kirin birin Midûrİyeta Polîsan a Edeneyê.Li aliyê din di serdegitina malan de 38 HDP’iyên ku 18 ji wan zarokin û Hevseroka HDP’ê ya Seyhanê jî Suzan Kiliç jî di nav de ye hatibûn binçavkirin û karên wan ên li Mirdûryeta Polîsan a Edeneyê berdewam dike.
TÊKILDARÎ BELAVKARÊ ROJNAMEYÊ YÊ GIIRTÎ BIRYARA BINÇAVKIRINÊ
Dema serdegirtina malan de bi ser mala belavkarê rojnameyê yê Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Hakan Ergun de jî girtin ku ev 8 meh in girtî ye. Li gel ku Ergun ev 8 meh in girtî ye ji bo ku Ergun binçav bikin bi ser malê de girtin. Malbatê got, kurê wan girtî ye û li dijî polîsan helwest nîşan dan.
Polîsan piştî ku li GBT’yên maliyan nerî, mal jî li bin guhê hev xistin û çûn.
LI STENBOLÊ GELEK BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Esenyurt, Sarigazî û Sultangaziyê beriya Newrozê polîsan bi ser malan de girtin. Piştî lêgerînan Cuneyt Yavuz ê li taxa Gaziyê rojnamegeriya serbest dike û gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar.
SEROKÊ KOMELEYA SURYANIYAN HAT BINÇAVKIRIN
Li Mêrdînê jî di serdegitina malan de serê vê sibê Serokê Komeleya Yeketiya Suryaniyan a Mêrdînê Yuhanna Aktaş hat binçavkirin.Derbarê binçavkirina Aktaş de agahî nehatin bidestxistin.
ÎZMÎR
Li Îzmîr navendê jî berê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerînÊn malê di nav de Hevseroka Bajêr ê HDP’ê Gulay Bilicî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê ka bi çi sedemê hatine binçavkirin lê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Endamê MP’ê Berat Kiran, Nîhat Turk, Hevseroka Bajêr Gulay Bilîcî û Latîfe Canan Kaplan û Dîren û Yakun ku paşnavê wan nayê zanîn.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tendiristiyê birin Midûriyeta Bajêr a Emniyetê.
HATAY
Li Hatay Skenderûnê jî bi ser gelek malan de girtin. Li bajêr bi kêmanî bi ser 10 deveran de girtin û bi kêmanî 10 kes hatin binçavkirin, di nav van kesan de yên ku hatine binçavkirin endamên komîteya amadekar ên Newrozê jî hene