'Bêdengî bû sedem ku neheqiya tecrîdê li her kesî bê kirin'

Parêzer Eren: Ji bilî Kurdan ên ku li ber vê neheqiyê û bêhiqûqiyê ranebûn, ji wan hebû ku ev rewş wê tenê li Îmraliyê bimîne, lê xwe xapandin. Tecrîd îro li tevahiya welêt belav bûye.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Serhat Eren tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora vê yekê ya li ser civakê ji ANF'ê re nirxand.

Parêzer Eren bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan 21 sal in dewam dike û diyar kir, ku ji sala 2015'an dema ku AKP'ê dawî li 'pêvajoya çareseriyê' anî û biryara şer da, tecrîd bêhtir hatiye şidandin.

'TECRÎDÊ BANDOR LI HER DERÊ KIRIYE'

Eren bal kişand ser aliyên civakî, hiqûqî, siyasî û aborî yên tecrîdê û got, "Piştî ku hikumetê hem li hundir hem jî li derve biryara şer da, bivê nevê çavkaniyên welêt ji bo aboriya şer bi kar anî. Lewma xizanî û bêkarî jî zêde bû. Malbateke ku berê li gundekî Anatoliyê çend kîlo goşt dikarî bû peyda bikira, piştî konsepta şer êdî nekarî goşt peyda bike. Bi zêdebûna rêjeya bêkarî û xizaniyê re welê li mirovan hat ku êdî nanê tisî jî bi destê wan neket. Lewma pêwendiyeke bi vî rengî ya tecrîd û xizanî û bêkariyê bi hev re heye."

'TECRÎD BÛ SEDEMA NEHEQIYÊ'

Parêzer Eren diyar kir ku tecrîdê di heman demê de bêhiqûqî, neheqî ye û yên ku vê yekê dikin jî qanûnên xwe binpê dikin. Eren got, "Ji bo tecrîdê diomînin pîvanên bingehîn ên hiqûqê binpê dikin. Hikumetê ev yek kir. Piştî ku dest bi kûrkirina tecrîdê kir, li ser Îmraliyê dest bi avakirina pêvajoyeke neheqiyê kir. Ji ber vê yekê hincetên astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi parêeran re li ti hiqûq, destûra bingehîn û hiqûqa navneteweyî nayê. Hevdîtina parêzeran bi muwekîlê xwe re bi ti awayî nabe bê astengkirin. Hevdîtina bi malbata Birêz Ocalan re hate astengkirin. Em dibînin ku ev yek li dijî qanûnên wan bi xwe ye. Ev neheqî piştî demekê veguherî pîvanekê. Ji ber ku beşeke mezin a civakê li ber vê ranebû, hikumet gihîşt wê baweriyê ku neheqiya li Îmraliyê ava kiriye dikare dewam bike. Ji bilî Kurdan ên ku li ber vê neheqiyê û bêhiqûqiyê ranebûn, ji wan hebû ku ev rewş wê tenê li Îmraliyê bimîne, lê xwe xapandin. Tecrîd îro li tevahiya welêt belav bûye."

'BÊHIQÛQÎ LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BÛ'

Parêzer Eren destnîşan kir ku dewleta Tirk xwe dispêre tecrîda li Îmraliyê, lewma temamiya Kuridstan û Tirkiyeyê bi vê bêhiqûqiyê bi rê ve dibe, yên ku li pêşberî vê bêdeng dimînin jî gava ku dema xwe dibe mexdûrê vê rewşê û ev nirxandin kir: "Ji partiyên siyasî heta rêxistinên civakî û hiqûqî yên li pêşberî vê neheqiyê bêdeng man, piştî demekê dîtin ku ev bêhiqûqî û neheqî li wan jî tê kirin. Lê belê êdî ketin nava pêvajoyekê ku nîşandana nerazîbûnê jî zehmet e. Mînak, partiya muxalefeta bingehîn CHP'ê bi hêsanî weke 'terorîst' îlan dikin. Yanî azadiya îfade û rêxistinbûnê bi temamî ji holê rabû. Ne tenê Kurd, çend karkerên ji febrîqeyê tên avêtin jî nikarin li hev kom bibin û daxwaza mafên xwe bikin. Ev zext û bêhiqûqî ji ber rejîmê ye. Qanûnên ku hiqûqê red dikin êdî veguherîne qanûnên asayî."

'TECRÎD NE TENÊ LI ÎMRALIYÊ YE'

Parêzer Eren diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Kurdan, yan jî li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan bi sînor ma û got, "Em dibînin ku encama tecrîdê bisînor nîne. Lewma rabûna li ber tecrîdê ji aliyê pîvanî ve xwedîderketina li hiqûqê û mafên mirovan e. Eger hûn li ber tecrîda li Îmraliyê ranebin hingî civak bi temamî tê tecrîdkirin. Niha zext û zordarî li mafên mirovan û hiqûqê tê kirin. Lewma ne tenê Kurd, divê temamiya civakê bi rengekî pîvanî li ber tecrîda li Îmraliyê rabe. Di rewşeke berevajî de, desthilatdariya ku dibîne bêhiqûqî bi kêrî wê tê, wê vê yekê hîn berfirehtir bike. Mînak; hewldana vê desthilatdariyê ya ji bo krîmînalîzekirina HDP'ê pêwendiya xwe bi polîtîkaya tecrîdê heye. Birêz Ocalan afirînerê fikrê HDP'ê ye. Her wiha êrişên li ser KCD'ê jî pêwendiya xwe yekser bi tecrîdê heye."

'TEVNA TÊKOŞÎNÊ YA KOLEKTÎF'

Parêzer Eren bêdengiya rêxistinên civakî û baroyan a li pêşberî polîtîkaya tecrîdê rexne kir û wiha dewam kir, "Yên ku helwest li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan nîşan nedan, bûn hedefa rejîma otorîter a desthilatdariyê. Ji xwe li meclîsê tê nîqaşkirin ku karibin qeyûman deynin ser saziyên civakî yên sivîl. Yên ku li ber bêhiqûqiya navneteweyî ya li Îmraliyê helwestê nîşan nadin jî îro karên wan tê qedexekirin. Eger li cihekî neheqî hebe û tu li ber wê bêdeng be, hingî ew neheqî wê rojekê li te bê kirin. Ji ber vê yekê divê mirov bi hev re li ber bêhiqûqî û neheqiyê rabin. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên hiqûqî yê li welêt divê karibin tevneke têkoşînê ya kolektîf ava bikin."