BDP’ê operasyonên li Enqereyê şermezar kir
BDP’ê operasyonên li Enqereyê şermezar kir
BDP’ê operasyonên li Enqereyê şermezar kir
BDP’ê opersyonên li 21 navendan bi îdiaya kul i dijî DHKP-C ye pêk hatin şermezar kir.
BDP’ê diyar kir ku polîsên bi rûpoş bi helîkopteran deriyên saziyên demokratîk û qanûnî şikandine û ev dîmen, dîmenên şer tînin hişê mirovan.
Navenda Giştî ya BDP’ê der barê operasyona li dijî sendîkaya Genel-Îş ya girêdayê DÎSKÊ û Navenda Giştî ya Sendîkaya Lîman Îş ya girêdayê Turk-Îşê daxuyaniyek da û operasyon şermezar kirin.
BDP’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi armanca ku muxalîfan û civakê bê deng bike operasyonan pêk tîne û îro jî li dijî Genel-Îş û Lîman-îşê li dijî 21 saziyan opersyon pêk hatiye. BDP’ê da zanîn ku polîsên bi rûpoş bi helîkopteran bi ser saziyan de girtine û derî şkandine. BDP’ê da zanîn ku ev dîmen şer tîne hişê mirovan.
BDP’ê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê tu dengî muxalîf naxwaze û hewl dide hemû rêxistinan ji holê rabike. Lê wekê tê zanîn berê jî bi dehan carî operasyon pêk hatin û hewl dan civaka muxalîf bê deng bike.
Di hawireke ku bendewariya çareseriya pirsgirêka kurd tê payîn êrîşên bi vî rengî hêviyan tune dike.
Em wek BDP’ê van êrîşan protesto dikin û dibêjin bila kesên binçav kirine demildest serbest berdin.”