Baydemîr: Bila ti gumanên we nebe, wê têk biçin!

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna partiya xwe ya heftane de axivî û got; "Hêza zilmê wê li dijî hêza gel bi teqez têk biçe."

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna partiya xwe ya heftane de axivî û got  krîza bi welatên Ewropayê re tê avakirin, operasyona avakirina hişmendiyekê ye û wihagot: "Rêveberiya ku ji aliyê hikûmetek bê aqil ve tê rêvebirin wê gel cezayê wê bide. Ji bo vî cezayî li gel ne birin em ê ji krîza sunî re bêjinNa."

Berdevkê Partiya HDP'ê Osman Baydemîr di civîna heftane ya koma xwe de nirxandin kirin. Rêveberên HDP'ê yênEdene, Entalya, bajar û navçeyan tevlî civînê bûn. Baydemîr, diyar kir ku bila gumana kesekê nebe wê ev zilm biqede û wiha got: "Hêza zilmê wê li dijî hêza gel têk biçe." Baydemîr bertek nîşanî betalkirina endamtiya partî û parlamenteriya Fîgen Yuksekdagê da û got ku ev êrîşa li dijî projeya HDP'ê ye.Baydemîr, axaftina xwe wiha domand: "Pirsek min ji we heye, hûn ê çawa cihê binirx ê Yuksekdag û parlamenterên din ji dilê gelê Kurd jêbibin. Hûn nikarin jêbibin û nikarin betal bikin. Erdnîgariya Rojhilata Navîn erdnîgariya pîvana ne. Her wiha erdnîgariya zilm û qetlîaman e. Em qetlîma Qamişloyê carek din şermezar dikin. Em dibêjin Xwedê rehma xwe li birayên me yên li wir jiyana xwe ji dest dane bike. Ew zalim wê rojekê li dîwana maf û li cîhanê derbikevin pêşberî hiqûqê. Her wiha em qetlîama Gaziyê jî şermezar dikin. Salvegera qetlîma Helepçeyê nêz dibe. Ev qetlîam qetlîamek wiha ye ku ji Zîlanê ne cudatir e. Qetlîamek wiha ye ku ji qetlîama Şengalê ne cudatir e. Wê rojek bê û li vê erdnîgariyê bi pêşengiya HDP'ê wê bi zilmê re rû bi rû bibin."

Baydemîr, hunermend Hozan Dilgeş û Emre Saltik ên ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest dan bibîranî. Baydemîr, anî ziman ku wekî Nemrut û Sedam zalimên her demê hene û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê bi avakirina rojevên beredayî hebûna xwe didomîne. Tirkiyeya ku 3 aliyên wê derya ne 4 aliyên wê jî jialiyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Dema em li polîtîkayên AKP'ê dinêrin dibînin ku çawa ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Bend bendî bûna hundir têrê nake niha jî hewl didin ku bi Ewropayê re krîzek mezin ava bikin."

'QANÛNÊN KU DANÎNE ÎXLAL DIKE Û DIBÊJE EM MEXDÛRIN'

Baydemîr, destnîşan kir ku HDP partiya pîvanan e û ev tişt gotin: "Kî tê bila bê em ji astengiya fikran re dibêjin NA. Faşîzm ji kê tê bila bê em dibêjin NA. Lê tişta niha tê jiyîn operasyona hişmendî û xapandinê ye. Mijareka vî welatî heye. Ev qanû çawa li dijîmin tên bikaranîn, çawa ji bo pêkanîna wê mecbûr in, divê ji bo serokomar û wezîrên vî welatî jî bê pêkanîn. Tu wekî wezîr çima qanûna danî binpê dikî. Ev bi wêjeya mexdûryetê dixwazin xebatên referandumê bimeşînin. Hûnê qeyûm tayînî şaredariya Hollanday jî bikin? Li welatê  mirov dikarin bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman? Binêrin ev wêneyê ku we destûr neda heteya HDP'ê bikeve Cizîrê ye."

'JI BO CEZAYÊ HIKÛMETA BÊAQIL GEL NEKIŞÎNE EM DIBÊJIN NA'

Baydemîr bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir:"Em niha bi operasyona hişmendiyê re rûbirû ne. Omer Çelîk vekirî got 'di vê krîzê de 2 puanên me zêde bûn' mesele hemû ev e. Bila du puanên wan zêde bibin çi ji welat tê bila bê. Cezayê seriyê bê aqil ling dikişînin, gotineke wiha heye; wê cezayê hikûmeta  bi bê aqiltiyê tê birêve birin gel bikişîne. Ji bo cezayê vê bê aqiliyê gel nekişîne û ji krîza vala re dibêjin NA"